Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê girtîgehê li 5 kesan hat birîn

Serdozgeriya Komarî ya Dêrsimê ji ber beşdarbûna “Meşa Mezin a Azadiyê” ya DEM Partiyê ku 8ê Sibata 2024an hatibû li dar xistin, bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kirine” derbarê Hevserokên Şaxa Dêrsimê ya DEM Partiyê Esma Ataş û Ozcan Gurtaş, Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhan û Endamên DEM Partiyê Nazli Çelîk û Ozer Laçîn doz vekiribû.
Danişîna dozê li 2emîn Dadgehê Cezayên Giran a Dêrsimê hat kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dozger di danişîna dozê de îdia kir ku kesên tên darizandin stranên ku metirsiyê li ser aştiya civakî çêdikin û xelkê “ji bo kîn û dijminatiyê” han didin gotine.
Her wiha dozger xwest ku her 5 kes bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kirine” bên cezakirin.
Parêzeran jî diyar kirin ku çalakiya partiya siyasî weke sûc hatiye nîşandan û daxwaza beraetê ya miwekîlên xwe kirin.
Her weha parêzeran, dan zanîn ku emniyetê wergera gotinên stranên “Berxwedan xweş doz e" û “Herne Pêş” li ser Google Translateyê kirine û werger xeletin û diyar kir ku ew stran berhemên anonîm in û di gelek çalakiyan de tên gotin.
Dadgehê tevî vê yekê 10 meh cezayê girtîgehê li her 5 siyasetmedaran birî.
(AY)