Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê edîtora nûçeyên jinan û LGBTI+an a bianetê Evrîm Kepenekê de îdianameyek amade kir.
Dozgerê Komarî Hakan Aksoyî îdia kiriye ku Kepenekê li gorî xala 271/Ayê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) “bi rengekî vekirî zanyariyên gel dixapînin belav kiriye.” Ango ew bi dezenformasyonê tohmet kiriye.
Xala 217/A piştî qanûna sansurê li Parlamentoyê hate pejirandin, ketibû nava xalên TCKyê.
Rojnameger Evrîm Kepenekê di peyama xwe de gotibû ku piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê, cendermeyan dest danîye li ser alîkariya ji bo Bazarcixa Mereşê hatine şandin:
“Li Bazarcixa Mereşê cendermeyan dest daniye li ser konên alîkariyê. Hatiye gotin ku ‘wê hemû alîkarî bi rêya AFADê bibin’. Zanyariya nû: Dest danîne li ser hemû konên alîkariyê yên li herêmê.”
Kepenekê di heman peyamê de vîdeoyek derbarê bûyerê de weşandibû.
Dozger Aksoyî ji ber vê peyamê xwestiye Kepenek bi 3 sal cezayê girtîgehê bê cezakirin.
Dadgeha 13an a Asliye Cezayê ya Stenbolê îdianame pejirandiye û wê Kepenek di 23yê Îlona 2024an de derkeve pêşberî dadgehê.
Kepenek: Ji nûçeyên xwe bêhtir ez bi dozan têm rojevê
Evrîm Kepenekê qanûna dezenformasyonê rexne kir û got: “Ji dema qanûna dezenformasyonê derket û vir ve ji nûçeyên xwe bêhtir ez bi lêpirsînen ji bo min tên kirin û dozan têm rojevê.”
Kepenekê destnîşan kir ku divê rojnameger tenê bi nûçeyên xwe hebin: “Lê mixabin li Tirkiyeyê demeke, demeke gelekî dirêj e bi dozên li me vedibin û lêpirsînan şêweyekî nû yê hebûnê derket holê. Ez vê şêweya hebûnê napejirînim.”
Evrîm Kepenekê dozên li wê û rojnamegerên din vedibin bi gotina “tacîza darazê ya bi destê qanûna dezenformasyonê tê kirin” şîrove kir.
Di salekê de nêzîkî 30 rojnameger bi destê darazê hatin tacîzkirin
Qanûna Dezenformasyonê yan jî bi navê xwe yê di nava civakê de Qanûna Sansurê di 18ê Çiriya Pêşiyê ya 2022yan de li Parlamentoyê hate pejirandin. Erdoganî paşê ew pesend kir. Ji roja ku qanûn li Parlamentoyê hate pejirandin heta 18ê Çiriya Pêşiyê ya 2023yan, bi kêmanî 24 rojnameger bi destê darazê hatin tacîzkirin. Li gorî xala 217/A ya TCKyê lêpirsîna rojnamegeran hate kirin, rojnameger hatin dadgehkirin û girtin.
Lêpirsîna nûçegîhanê rojnameya BirGünê Îsmaîl Ariyî, Xwediya rojnameya Tunceli Emekê Husniye Karakoyûn û Berpirsê Karûbarên Nivîsan ê heman rojnameyê Mahkûm Karakoyên, nivîskara Gazete Davûlê Aslihan Gençay, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê TELE1ê Merdan Yanardag, Xwedî û Berpirsa Giştî ya Weşanê ya Medya Korîdorû Canan Kaya, ji Ajansa Mezopotamyayê Yusra Batihan û Ahmet Kanbal, bêjerê Artı TVyê Onûr Oncu, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Serhat Newsê Siddik Guler, nivîskarê Gazete Duvarê Onder Algedîk û rojnameger Oktay Candemîr, Emre Orman û Mîr Alî Koçerî hate kirin.
Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Guleş, xwediyê hesabê twitterê yê 23 Dereceyê Gokhan Ozbek, ji Halk TVyê Dînçer Gokçe, ji Kısa Dalgayê Cengîz Erdînç û rojnameger Serdar Akînan û İlknûr Bîlîr ji ber heman xalê hatin desteserkirin.
Rûşen Takva, Oktay Candemîr, Firat Bûlût, Hasan Sîvrî û Ahmet Kanbal hatin dadgehkirin. Tolga Şardan, Sînan Aygul, Alî Îmat û Îbrahîm Îmat hatin girtin û tehliye bûn.