Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji ber ku xizmên dîrektora Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê(Amnesty International), Idil Eserê yên dijîn nînin ti kes nikarin biçin serdana wê.
Piştî Rewşa Awarte hatî îlankirin, Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 667ê hat îlankirin.
Ti kes nikarin biçin serdana wê
Li gor biryarnameyê bi tenê xizmên di dereceya yekem de dikarin biçin serdana wan girtîyên bi sûcê terorê hatine girtin. Xizmên di dereceya yekem dikarin di hefteyekê de bi tenê carekê biçin girtîgehê.
Parêzerê Idil Eserê gotiye:
“Dê û bavê Idil Eserê mirine. Ew ne zewiciye û zarokên wê nîne. Li gor qanûnên Rewşa Awarte ti kes nikarin biçin serdana wê.”
Parêzerî eşkere kir ku ji bo hevalên Idil Eserê bikarin biçin serdana wê, ew ê serî li dozgeriyê bidin û daxwaznameyê bidin. (ÇT/MB)