ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ
Ji 2012ê ve bianetê di Roja Zimanê Dayikê de çi kir?

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Em wek bianet her sal di 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê de bi konseptên cida hewil didin balê bikişînin ser wê yekê ku hemî gelên li ser vê axê dijîn mafê wan heye bi zimanê xwe biaxivin û perwerdeyê bibînin.
Îsal me li ser zimanê dayikê û astengên li pêşiya wê yên ku nahêlin ziman tevlî jiyanê bibe, nivîsî.
Başak Canpolatê li ser polîtîkayên bişaftinê/asîmîlasyonê yên Tirkiyeyê nivîsî.
Şerîf Derince, Îbrahîm Genç, Azîz Yagan, Atalay Goçer li ser îroya Zimanê Kurdî nivîsî ku di dema Pêvajoya Aştiyê de Kurdiyê nefesek standibû.
Edîtorê bia Kurdîyê, Murat Bayramî li ser destpêkirina xwe ya wergêriya Kurdî û Tirkî nivîsî.
Serdar Korucuyî li ser nivîsîna Ermenkî ya bi şêweyê Tircnakirî nivîsî. Tirnakirî wek yek ji şêweyê nivîsîna herî delal tê qebûlkirin.
Nobedarê bi dildarî nobedariya Urartûyîyê dike, Mehmet Kuşmanî çîroka xwe ji Zeynep Turgutê re gotiye.
2012 – Zimanê Dayikê yê xelkên li Tirkiyeyê
Di Roja Zimanê Dayikê de, nivîskarên bianetê bi zimanê xwe nivîsîn ka Zimanê Dayikê çi qasê ji wan re girîng e.
Di wê rojê de tam bi 22 zimanan nivîs hatibûn nivîsîn. Bi alfabeyên ji xelkê re ne nas...
2013 – Hevrêtiya stranan
Me di sala 2013ê de sitranên bi 15 zimanan û çîroka wan weşand.
2014 - Zimanê Çîrokan
Me ji bo mezin û zarokan, çîrok berhev kirin û bi 15 zimanan weşandin.
2015 – Kenê bi Zimanê Dayikê
Di sala 2015ê de me hizir kir ku em hewce ne bikenin. Me pêkenokên zimanên ku li Tirkiyeyê pê tê axiftin û xewn têne dîtin berhev kirin. Me bi 18 zimanan henek kirin.
2016 – Aştiya bi Zimanê Dayikê
Me di sala 2016ê de bi 14 zimanan gor “aştî” ji ber ku em dizanin aştî bi hemî zimanan xweş e. (ÇT/HK/MB)
DMMEyê biryara xwe ya derbarê jêrzemînên Cizîrê de aşkere kiriye

Dadgeheka Îdirê 2 sal cezayê girtinê daye Ertugrul Kurkçuyî

Stan Lee: Çêkerê Spider Man, X-Men, Hulk, Thor û Iron Man miriye

Polîsan êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kir

Danberheva rêjeya dengên 5 partiyan yên di herdu hilbijartinên dawiyê de
