Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ÎSÎG) têkildarî mirinên karkerên zarok ên di heyama perwerdehiyê ya Îlona 2023 û Tebaxa 2024an de pêk hatine raporek amade kir.
Di raporê de hate destnîşan kirin ku di serdemên îlona 2023an û Tebaxa 2024an de herî kêm 66 zarokan di dema karkirinê de mirine.
Di rapora de hate diyarkirin ku ji 66 zarokan 61 kur û 5 jî keç in. Li gorî raporê mirina zarokên karker herî zêde li Stenbolê pêk hatiye û di heyama navborî de li wî bajarî 7 zarok di dema karî de mirine.
Di raporê de hatiye destnîşan kirin ku ji sedî 20ê mirinên zarokan ji ber “fetisandin-jehrîbûnê”, ji sedî 18 ji ber “ketina ji bilindahiyê” û ji sedî 17 jî ji ber “pelçiqandin-hezazê” rû dane.
Her weha li gorî raporê di beşa çandinî/daristanê de 24 zarok, di avahîsazî/rê de 13 zarok, di metalê de 9 zarok, di cihên bêhnvedanê de 6 zarok û di veguhastinê de 4 zarok û di penaber/koçberiyê de 5 zarok mirine.
(HA/AY)