Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ekrem Îmamogluyî ji bo îhtimala erkdarkirina kayyumekê/î ji bo Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê got “divê her kes hedê xwe bizane.”
Îmamgoluyî got:
“Kê berê xwe daye vê derê[Stenbolê]? Hûn hema welê berê xwe bidin cihekê bi demokrasîyê hatî standin hûn nikarin bi rêyên nehiqûqî bistînin. Ti kes ne mûqtedîrê her tiştan e.
“Îradeya gelî gelekê girîng e, tine hesibandina gelî xeletîyeka gelek mezin e.
“Li wê derê îradeya gelî heye. Divê li Wanê, Amedê û mêrdînê bi hêcetên bêbingeh yên wek ‘endambûna rêxistina terorî’ ev kiriyar nayên kirin.
“Çênabe hûn bi şandina qeyûman pêvajoyeka bêser û ber bidin destpêkirin.
“Bi vî awayî bawerîya xelkê li îradeya neteweyî namîne.”
(TP/MB)