Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
>>Li girtîgehên Tirkiyeyê 341 hezar û 502 girtî hene.
>>Li girtîgehan hezar û 517 girtiyên nexweş hene ku nexweşiyên 651an giran in.
>>Di nava 2021ê de kêmanî 46 girtî li girtîgehan mirine.
>>3 girtiyên ku hatibûn qonaxa mirinê, piştî tehliye bûne bi demeke kurt mirine.
"Hejmara girtiyên nexweş zêde dibe"
Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Mafên Mirovan (ÎHD) lîsteya girtiyên nexweş a nû bi civîneke çapemeniyê aşkere kiriye. Civîn li Navenda Giştî ya ÎHDyê pêk hatiye.
Hevserokê Giştî yê ÎHDyê di dema civînê de axiviye û gotiye, hejmara girtiyên nexweş zêde dibe û girtî nayên dermankirin.
"Raporên girtîgehan ji bo tehliyekirinan têrê dikin"
Turkdoganî diyar kiriye ku "divê hemû girtiyên nikaribin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên jiyanî pêk bînin divê tehliye bibin" û bal kişandiye li ser helwesta Saziya Tiba Edlî:
“Saziya Tiba Edlî ji bo girtiyên nexweş dibêje ku dikarin li girtîgehan bimînin. Em dikarin behsa mînaka Aysel Tûglûk û Mehmet Emîn Ozkanî bikin. STE li gorî krîtera qanûna bicihanîna înfazê ya dibêje "dikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên jiyanî pêk bîne" raporan amade dike.
"Girtiyên nexweş divê bi raporên ku nexweşxaneyên zanîngehan û yên bêkêmasî amade dikin, demildest serbest bibin. Bila STE bi tena serê xwe biryaran nede."
"Bila rêgeza girtina heta mirinê bê rakirin"
Turkdoganî ew demên dirêj ên ku girtî li girtîgehan dimînin jî rexne kiriye û gotiye ku rêgeha dibêje "heta mirinê bila girtî bimîne" ne guncav e û xwestiye ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî di nav de, kesên demên dirêj in li girtîgehan tên girtin, bila serbest bibin." (RT/FD)