Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Hatîce Onaran, bi tohmeta ku “pere ji girtiyan re şandiye” 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Piştî ku cezayê wê hate pejirandin Onaran birin Girtîgeha Jinan a Gebzeyê.
Piştî ku Onaran birin girtîgehê endam û rêveberên Şaxa ÎHDa Stenbolê li ber Girtîgeha Gebzeyê daxuyanî dan.
Di daxuyaniya ku pankarta “Hatîce Onaran ne bi tenê ye” hate vekirin de Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn axivî û bertek nîşanî girtina Onaranê da.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Keskînê diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên Onaranê hene, rapora wê ya ji sedî 79 astengdar e heye û got:
“Hevala me Hatîce ji ber ku ji çend kesên girtî yên xizan re pere şand hate girtin. Bi hinceta qanûna fînansekirina terorê hate girtin. Bifikirin hûn bi nasnameya xwe pereyî dirazînî qaseya dewletê, ev çawa weke fînansmanê terorê tê nirxandin.”
“Gelek biryarên beraetê yên di vê mijarê de hatine dayîn hene. Em bawer dikin ku ev biryar dê di demekî nêzîk de were guhertin. Em ê hevala xwe bi paş ve wergirin. Tevî vê yekê îro kete girtîgehê Ev biryar hem di hiqûqa navxweyî de hem jî di hiqûqa navnetewî de biryareke li dijî hiqûqê ye.”