Fotograf: MA (Arşîv)
Karvedanên nîqaşên di nava Hevpeymana Miletparêz de berdewam in. Piştî ku Seroka Giştî ya IYI Partiyê biryara veqetîna ji nava vê Hevpeymanê da û paşê dîsa vegeriya, partiyên di nava Hevpeymana Miletparêz de ne, li ser namzetiya Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî li hev kirin û dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kirin.
Piştî vê rewşê helwesta HDPyê tê meraqkirin. Hevserokên HDPyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancarî namzetiya Kiliçdaroglûyî pîroz kir û Sancarî got ku ew ê li bendî serdana Kiliçdaroglûyî bin.
Bixwîne - Partiyên Hevpeymana Miletparêz, karvedanên vegera Akşenerê nirxandin
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû û rêvebirên Navenda Giştî yên CHPyê jî di daxuyaniyên xwe de destnîşan kirin ku ew ê serdana HDPyê bikin.
"Gel bertek nîşan da"
Hevserokê rêxistina bajarê Amedê yê HDPyê Zeyyat Ceylanî got ku "Gel li hemberî perçebûna maseyê bertek nîşan da û Tifaqa Miletparêz nikarî refleksên gel paşguh bike.” Ceylanî diyar kir ku divê tiştê hevpar ê hemû aliyan “şandina desthilatdariya AKP û MHPyê be”:
“Beriya her tiştî divê em berê xwe, perspektîf, rexne û siyaseta xwe li ser pirsgirêkên dîrokî yên Tirkiye û Kurdistanê bizivirînin. Ev pirsgirêk bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareser dibin. Bila sedsala duyemîn a Tirkiyeyê ji bo hemû bawerî û neteweyan bibe sedsaleke demokratîk. Lê ev sedsal girêdayî têkoşînekê ye, ne tenê bi hin tifaqakan, çend partiyên siyasî ve girêdaye. Em di wê baweriyê de ne ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê û saziyên demokratîk wê siyaseta hişk a heyî biguherînin.”
"Em ê nêzîkatiya li hemberî gelê kurd bibînin"
Bala civakê û siyasetê li ser wî tiştî ye ku ka HDP wê piştgiriyê bide Kemal Kiliçdaroglûyî yan wê di hilbijartinê de namzetê xwe diyar bike.
Ceylanî bal kişand ser belgeya ku HDPyê weke “helwesta xwe” aşkere kiribû: "Partiya me di sala 2021an de belgeya helwestê ya ji 11 xalan pêk tê weşand û ev belgeya 11 xalan ji bo me pîvanên hilbijartinê ye. Çi sazî û çi kes dibe bila bibe, helwesta me ya li hemberî vê belgeya helwesta 11 xalan diyar e. Em ê di rojên pêş de nêzîkatiya Hevpeymana Miletparêz ya li hemberî HDPyê û gelê kurd bibînin. Partiya me her tim pêşengiya siyaseta demokratîk kiriye. Ji ber vê yekê em her tim ji diyalog û danûstandinan re vekirî ne.” (SY/FD)