Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Hatîce Taş û Osman Karabûlût, Hevşaredarên Awîskê piştî girtina îfadeya wan dozgerî bi daxwaza girtinê ew şandine dadgehê. Dadgehê biryara girtina hevşaredaran û karmendekî şaredariyê daye û ew şandine girtîgehê.
Bixwîne - Hatîce Taş, Hevşaredara Awîskê ya qeyûm li şûna wê tayîn kiribûn, hatiye desteserkirin
Li Êlihê di 22ê Hezîranê de cendermeyan li navenda bajêr û li hin gundan bi ser malan de girtibû. Di bi ser girtinê de hevşaredarên Şaredariya Bajaroka Awîskê Hatîce Taş, Osman Karabûlût û karmendê şaredariyê Bayram Ozalp hatibûn desteserkirin.
Hatîce Taş û Osman Karabûlût, Hevşaredarên Awîskê piştî girtina îfadeya wan, dozgerî bi daxwaza girtinê ew şandine dadgehê. Dadgehê biryara girtina hevşaredaran û Bayram Ozalp karmendê şaredariyê daye.
Çi bûbû?
Di 22yê Hezîranê de polîsan bi ser malan de girtibûn û 24 kes hatibûn desteserkirin. Hatice Taş û Osman Karabûlût Hevşaradên Awîskê jî di nava wan de bûn.14 kes di 24ê Hezîranê de serbest bûbûn. Her weha di 25ê Hezîranê de ji wan 7 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest berdabûn.
Walîtiya Êlihê di 7ê Kanûna Pêşiyê a 2019an de aşkere kiribû, Karabûlûtî û Taş ji wezîfeyê hatine girtin û qeyûm li şûna wan hatiye tayînkirin. (AY/F)
* Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê