Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yaşar Akkûş, Hevşaredarê Îdirê ku li şuna wî qeyûm hatiye wezîfedarkirin, bi sûcê "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin.
Dema desteserkirina Eylem Çelîkê, Hevşaredara Îdirê ji bo çar roja hatiye dirêj kirin.
Wezareta Navxweyî di 15ê Gulanê de ji bo şaredariyên HDPyê yên Sêrt, Hawêl, Misircê, Vartînîsê û Îdirê wezîfedar kiribû.
Piştî îfadeya Akkûşî ya dozgeriyê, Dadgeha Ceza û Silhê bi sûcê "endamtiya rêxistinê" biryara girtina wî dide. Akkûşî di dema desteserkirinê de weha gotibû:“Me talan nekir û nedizî, me nexwar me bi we jî neda xwerin, ev ji were bû derd, mezintirîn hêza me gelê me û kenên me ne. Bila ev jî ji were bibe derd. Me serî netewandiye û emê netewîne jî.
Benim de gülüşüm size dert olsun. pic.twitter.com/Uhu3HfFGHj
— Yaşar Akkuş (@yasarrakkus) May 15, 2020
(EKN/AY/FD)