Hevşaredarê Artûklûyê Emîn Irmak hat girtin
Hevşaredarê Artûklûyê Emîn Irmak ku 21 roj binçavkirî ma û duh serbest hat berdan, îro li ser îtiraza dozgerî careke din hat binçavkirin û piştre derbarê wî de biryara girtinê hat dayîn.

Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Hevşaredarê Mêrdîn Artûklûyê Emîn Irmak hat girtin.
Emîn Irmak di 21ê Mijdarê de hatibû binçavkirin û di 11ê Kanûnê de sewqî dadgehê hatibû kirin. Irmakê ku dadgehê wî serbest berdabû, îro li ser îtiraza dozgeriyê careke din hat binçavkirin û derbarê wî de biryara girtinê hat dayîn.
Irmak bi îdiayên “endamê rêxistinê ye” û “alîkarê rêxistinê kiriye” ve hat girtin û wî şandin Girtîgega Tipa E ya Mêrdînê.
Bi vî awayî hejmara hevşaredarên DBPî ku heta niha hatine girtin derkete 56an. Tê zanîn ku li 41 şaredariyên DBPî jî qayûm hatine tayînkirin.
(BK/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.
dûvikên vê nûçeyê