Hevşaredara Geverê Adîle Kozay hat girtin
Hevşaredara Geverê Adîle Kozay hat girtin. Bi vî awayî hejmara hevşaredarên DBPî ku hatine girtin derkete 55an.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevşaredara Geverê Adîle Kozay bi îdiaya “endama rêxistinê” ye hat girtin.
Di wêneyên hatiye parvekirin de dixwuyê ku destên Kozay ji para ve hatiye kelepçekirin.
Adîle Kozay piştî Hevşaredar Rûken Yetîşkin ji kar hatibû avêtin weke cîgir hatibû wezîfeyê.
Bi vî awayî hejmara hevşaredarên DBPî yên hatine girtin derkete 55an û li 41 şaredariyên DBPî jî qayûm hat tayînkirin.
(ÇT/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.