Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nalan Ozaydin, Hevşaredara Şemrexa Mêrdînê ji ber gumana vîrusa koronaya nû ango Covid-19ê hatiye tehliyekirin.
Ozaydin li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Tasrûsê dihate girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa Eyê ya Mêrdînê. Piştî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tehlîlên wê hatibûn girtin, bi gumana Covid-19ê biryara karantînakirinê ji bo wê hatibû dayîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parêzerên Ozaydinê serî li Dadgeriya Silh û Cezayan a Nobedar a Mêrdînê dane û xwestine Ozaydinê tehliye bikin. Dadgeriyê ev biryar qebûl kiriye û biryara tehliyeyê daye.
Ozaydin, bi şertê kontrolkirina edlî û bi şertê ku rûniştgeha xwe terk neke hatiye berdan.
Di 26ê Çiriya Paşiyê de hatibû girtin
Nalan Ozaydin Hevşaredara Şemrexê piştî ku ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û qeyûm li şûna wê hatibû tayînkirin, tevlî Gulistan Oncu, Hevşaredara Stewrê û Mulkiye Esmez, Hevşaredara Dêrikê, di 26ê Çiriya Paşiyê de hatibûn girtin. (EKN/FD)