Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Meral Daniş Beştaş Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê derbarê Mehmet Kil ê 24 salî de pêşniyaznameyek pêşkêş kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Kürkçüler a Edeneyê miribû.
Beştaşê ji bo ku bi bersivîne pêşniyazname bi rêya Serokatiya Parlamentoyê pêşkêşî Wezîrê Dadê Abdülhamit Gülî kir. Di pêşniyaznameyê de Beştaşê pirsî ku gelo derbarê bûyerê de lêpirsîn ji bo xebatkar û rêveberên girtîgehê hatiye destpêkirin.
Serî li dozgeriyê daye
Di pêşniyaznameyê de derbarê bûyerê de ev agahî hatine dayin:
“Rêveberiya girtîgehê aşkere kir ku Mehmet Kil ê 24 salî ye û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Girtîgeha Tîpa F a Kürkçülerê dimîne, di 24ê Çiriya Pêşiyê de saetên sibê li serşoka qawîşê ya Blok a Hejmar 3yê xwe kuştiye. Heman rojê daneşîna dozeke din a Kîlî hebû ku li 23yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Asliyeyê ya Edeneyê wê bi rê ve biçûya. Lê ji ber ku dadwerê dadgehê wê nehata daneşînê Kîl jî nebirin.
“Di saetên nîvro de rêveberiya girtîgehê li malbata Kîlî geriya û ji wan re got ku Kil xwe kuştiye. Cenazeyê wî heman rojê di saetên êvarê de di bin dorpêça polîsan de li Goristana Küçükoba ya navçeya Seyhanê hat binaxkirin.
“Lê birayê Kîlî diyar kir ku 15 sal û 3 meh cezayê girtinê dane birayê wî û bi taybet di rojên dawiyê de gardiyanan gefa kuştinê li birayê wî dixwarin, li girtîgehanê fişareke giran û bi şev li girtîgehan lêgerîna bi kûçikan dihat kirin.
“Li gorî ragihandina parêzeran ji bilî şopa ben a li ser cesedê Kilî ti şopeke din tune bû. Lê derbarê mirinê de gumanên wan heye. Ji ber vê jî ji bo tespîtkirina sedema mirinê ya teqez û komkirina delîlan serî li dozgeriyê dane.”
Ji bo Wezîr Gülî: We lêpirsîn vekiriye?
Daniş Beştaşê ji Wezîrê Dadê Gülî pirsî ku derbarê bûyerê de ti lêkolîn û lêpirsîn hatine vekirin an na? Her wiha pirsî ye ku berpirsê mirinên li girtîgehan kî ne ku tê îdakirin xwekuştinin.
Di 6 salên dawiyê de 280 mirinên biguman
Li gorî daneyên Wezareta Dadê di navbera salên 2002-2012yê de li girtîgehan bi giştî 1734 kes mirine.
Li gorî heman daneyan, di 6 mehên dawiyê de 280 girtî biguman mirine ku tê îdiakirin xwe kuştin e.
Komeleya Mafên Mirovan (İHD) jî di serê meha Tebaxê de aşkere kiribû ku li girtîgehan 357 jê giran 1025 girtiyên nexweş hene. (AS/FD)