Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wekîlê Rûhayê yê ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Osman Baydemîrî ji bo mafê jiyaneka aştiyane teklîfnameyeka guhertina qanûnê da serokatiya meclîsê.
Baydemîrî da zanîn ku li qanûnên navneteweyî bi zelalî hatiye eşkerekirin ku “hiqûq propagandaya ji bo hemî rengên şerî qedexe dike.”
Wekîlê Rûhayê diyar kir ku cara pêşiyê di 15ê Kanûna Pêşiyê ya 1978ê de li Lijneya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî jiyaneka aştiyane wek mafekê mirovan hatiye qebûlkirin.
“Hevpeymana Navneteweyî ya Mafên Medenî û Siyasî ya Neteweyên Yekbûyî di sala 2003yê de li meclîsê hatiye qebûlkirin û serokkomarê wê demê ew îmze kiriye. Di xala 20. a wê hevpeymanê de tê eşkerekirin ku ‘hiqûq propagandaya ji bo hemî rengên şerî qedexe dike.
“Ji bo tepeserkirina hemî aliyên mixalifên desthilatê, hewildanek çêbûye.”
Baydemîrî eşkere kir wan kesên li dijî operasyona li ser Efrînê fikra xwe diyar kirîn, bûne hedefa medyaya nêzîkî desthilatê û desthilatê ew desteser kirine û girtine. Teklîfname qanûnekê ji bo tesîskirina aştiya navxweyî dike.
(EKN/MB)