Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevdîtinên jibo mehaneya herî kêm dê îro destpê bike. HDPê pêş hevdîtinan pêşniyara xwe ji bo mehaneya herî kêm aşkere kiriye. HDPê duh êvarê li ser hesabê xwe yê medya civakî pêşniyara xwe ya ji bo mehaneya herî kêm ragihandiye û gotiye ku bila di sala 2022an de mehaneya herî kêm bibe 6 hezar lire.
Her weha HDPê xwestiye ku bila bac ji mehaneya herî kêm neyê birîn û dema xebata heftane jî bila daxin 35 saetî.
Parlamenterên HDPê di 5ê Çiriya Paşiyê de di dema hevdîtina butçeya 2022an a Wezareta Ewlekariya Civakî û Xebatan de Wezîr Vedat Bîlgînî protesto kiribûn û bi pankartên ku “bila mehaneya herî kêm net bibe 5 hezar lire û bac jê neyê birîn” çalakî pêkanîbûn. Wê rojê dolar 9.70 lîre bû, îro jî li ser 13,70 ye.
Komîsyona Diyarkirina Mehaneya Herî Kêm ji bo diyarkirina mehaneyê dê îro bicivin. Mehaneya ku di civînan de bê diyarkirin wê ji 1ê Kanûna Paşiya 2022an pê ve bê dayîn. Civîna ku di saet 14.00an de despê dike wê ji aliyê Wezareta Ewlekariya Civakî û Xebatan ve were birêvebirin.
Niha mehaneya herî kêm ya bêqutkirin 3 hezar û 577 Lireyê Tirk e. Lebelê bi birîna bacan re 2 hezar û 825 Lire dikeve deste karkeran.
Sal bi sal mehaneya herî kêm weha bûye:
o 2019: 2020 Lîreyê Tirk
o 2018: 1603 LT
o 2017: 1404 LT
o 2016: 1300 LT
o 2015: 1ê Kanûna Paşiyê-949 LT, 1ê Tîrmehê: 1000 LT
o 2014: 1 Kanûna Paşiyê-846 LT, 1ê Tîrmehê: 891 LT
o 2013: 1 Kanûna Paşiyê-773 LT, 1 ê Tîrmeh: 803 LT
(HA/AY)