HDP: Bila mehaneya herî kêm bibe 6 hezar lire
HDPê duh êvarê li ser hesabê xwe yê medya civakî pêşniyara xwe ya ji bo mehaneya herî kêm ragihandiye û gotiye ku bila di sala 2022an de mehaneya herî kêm bibe 6 hezar lire. Her weha HDPê xwestiye ku bila bac ji mehaneya herî kêm neyê birîn û dema xebata heftane jî bila daxin 35 saetî.