Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xwendevana Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû, ji 5ê Kanûna Paşiyê ya 2020an û vir ve winda ye. Dokû, sê sal berê li Dêrsimê winda bûbû.
Di sê salên derbasbûyî de pirsa "Gulistan Dokû li ku ye?" bê bersiv maye û lêpirsîna ku ji bo wê hatiye destpêkirin, bêencam maye.
Di vê demê de pisporên taybet û serbixwe çendîn rapor derbarê windakirina wê de amade kiribûn û di van raporan de hatibû diyarkirin ku hêzên emniyetê piştî lêpirsînê destpê kiriye û pê de xwestine bi zanebûn nêrîna "xwe kuştiye" belav bikin. Her weha Beşa Asayîşê du zabitname derbarê lêpirsînnameyê de amade kiriye ku polîs Engîn Yucer, bavê Zaynal Abarakovî jî di nava wê ekîbê de ye. Zaynal Abarakov di lêpirsînê de gumanbar e.
Di heman raporan de hatiye gotin ku, îfadeyên Zaynal Abarakovî û malbata wî dane, dûrî rastiyê ne.
Parêzerê/a malbata Gulistan Dokûyê îdia dike ku beriya Dokû winda bibe bi rojekê ango di 4ê Kanûna Paşiyê de Zaynal Abarakov ew bi darê zorê li ba xwe hiştiye. Li gorî îdiaya parêzeran, yekem zabitname ne li gorî daneyên zanistî hatiye amadekirin.
Li gorî nêrîna civakê, li cihekî mîna Dêrsimê ku herêmeke ewlekariya taybet e û li bajêr her der 24 saetan bi kamerayan tê kontrolkirin, windabûna jinekê ne asayî ye, bi rengekî rêxistinkirî hatiye windakirin.
Gefan li malbatê dixwin
Malbata Gulistan Dokûyê piştî windabûna keça xwe, bi Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tûncay Sonelî re civiyabûn, lê li gorî îdiayan, Midûrê IŞKURê O.A. û xebatkarê Walîtiyê F.G.yî gef li malbatê xwariye û gotiye bila bi çapemeniyê re neaxivin.
Lêpirsîna kesên ku li aqûbeta Gulistan Dokûyê dipirsîn û ji bo vê çalakî pêk dianîn dihate kirin. Raya giştî ji ber van tiştan, bi fikare û îdia dike ku wê lêpirsîn bê encam bibe.
Onlu: Gulistan Dokû çima nayê dîtin?
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dêrsimê Alîcan Onluyî pirsyarnameyek amade kiriye û li aqûbeta Gulistan Dokûyê pirsiye. Beşek ji pirsên Onluyî ev in:
* Sê sal derbas bûne lê Gulistan Dokû çima nayê dîtin?
* Kê Gulistan Dokû winda kir?
*Lêpirsîna ku ji bo Gulistan Dokûyê tê kirin niha di çi qonaxê de ye? Zanyarî, belge, delîlên nû di lêpirsînê de hatine bidestxistin?
*Derketiye holê ku beriya Gulistan Dokû biguman winda bibe bi rojekê Zaynal Abarakovî ew bi darê zorê li ba xwe hiştiye, digel vê rewşê kî Zaynal Abarakov û malbata wî diparêzin?
*Di navbera îfadeya ku Zaynal Abarakovî û malbata wî roja bûyerê dane de nakokî hene, çima lêpirsîna vî tiştî nayê kirin?
*Rast e ku zabitnameya yekem a dixwest nîşan bide ku Gulistan Dokûyê "xwe kuştiye" ji hêla beşa asayişê ya bavê Zaynal Abarakovî jî tê de he, amade kiriye?
Çi bûbû?
Gulîstan Dokû, xwendekara zanîngeha roja 5ê Kanûna Paşiya 2020an venagere wargeha ku lê dimîne.
Hevalên Dokûyê yên wargehê piştî nikarin têkiliyê bi Dokûyê re daynîn serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin û malbata wê agahdar dikin.
Malbata Dokûyê tên bajêr û di 6ê Kanûna Paşiyê de serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin ku keça wan wenda bûye.
Polîsan ji bo Gulistan bê dîtin bi hevalên wê re hevdîtin dike, sînyalên telefona wê dişopîne û qeydên MOBESEyê yên bajêr lêdikol in.
Di lêkolînan de diyar dibe ku Dokû di saet 11.29an de li wêstgeha wesayîtan ya Kolana Ataturkê li wesayita ku diçe zanîngehê sûwar dibe.
Piştre îfadeya seyaqê wesayîtê tê girtin ku seyaq dibêje ew nizan e Dokû li kîderê li wesayîtê peya bûye.
Piştî îfadeya seyaq hatiye pêşbînîkirin ku Dokû li ser Pireya Sari Saltûk peya bûye ku li wir jî kamera tune ye.
Jinan û malbata Dokûyê ji bo ku Gulistan bê dîtin têkoşiyan e. li ser vê yekê biryara valakirina bendavê hatiye girtin.
Di 17ê Hezîranê de ji bo ku Zeynal A. weke gumanbar were girtin daxwazname ji bo Serdozgeriya Komarî a Dersîmê hatiye dayîn. (EMK/FD)