Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji 5ê Kanûna Paşiyê ya 2020ê û vir ve agahî ji xwendevana Zanîngeha Mûnzûrî, Gulistan Dokûya 21 salî nayê wergirtin.
Hezar roj di ser windabûna Dokûyê re derbas bûye lê di nava du salan de di doza derbarê windabûna wê de ti pêşketin nebûye. Gûmanbar Zainal A. gelek caran hatiye desteserkirin lê dîsa serbest bûye, digel bertekên malbat û rêxistinên jinan. A. nehate girtin.
Di doza windabûnê de ti pêşketin nebûye
Di 28ê Hezîranê de belgeyek ketiye nava dosyeya windabûna Dokûyê de. Di vê belgeyê de 3 saet û nîv dîmenê kameraya ewlehiyê heye ku ev kamera nêzîkî Rêpira Sari Saltûkî ye. Dîmenên ku Gulistan Dokû herî dawî tê de hatine dîtin, ev in. Ji ber ku ev dîmen ne zelal in, ji bo zelalkirinê, şandine Ofîsa Krîmînal a Netewî. Parêzerê malbata Dokûyê Alî Çîmenî behsa girîngiya van dîmenan kiriye û gotiye ku dibe encama lêpirsînê diyar bike, lê heta niha di pêşketin çênebûye.
Malbata Dokûyê ji roja destpêkê heta niha A.yî weke berpirsiyar ji windabûna Dokûyê nîşan dide. Li ber deriyê Edliyeyê, gelek caran daxwaza girtina wî kirine.
Çi bûbû?
Gulîstan Dokû, xwendekara zanîngeha roja 5ê Kanûna Paşiya 2020an venagere wargeha ku lê dimîne.
Hevalên Dokûyê yên wargehê piştî nikarin têkiliyê bi Dokûyê re daynîn serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin û malbata wê agahdar dikin.
Malbata Dokûyê tên bajêr û di 6ê Kanûna Paşiyê de serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin ku keça wan wenda bûye.
Polîsan ji bo Gulistan bê dîtin bi hevalên wê re hevdîtin dike, sînyalên telefona wê dişopîne û qeydên MOBESEyê yên bajêr lêdikol in.
Di lêkolînan de diyar dibe ku Dokû di saet 11.29an de li wêstgeha wesayîtan ya Kolana Ataturkê li wesayita ku diçe zanîngehê sûwar dibe.
Piştre îfadeya seyaqê wesayîtê tê girtin ku seyaq dibêje ew nizan e Dokû li kîderê li wesayîtê peya bûye.
Piştî îfadeya seyaq hatiye pêşbînîkirin ku Dokû li ser Pireya Sari Saltûk peya bûye ku li wir jî kamera tune ye.
Jinan û malbata Dokûyê ji bo ku Gulistan bê dîtin têkoşiyan e. li ser vê yekê biryara valakirina bendavê hatiye girtin.
Di 17ê Hezîranê de ji bo ku Zeynal A. weke gumanbar were girtin daxwazname ji bo Serdozgeriya Komarî a Dersîmê hatiye dayîn. (EMK/FD)