Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Par li Enqereyê kesek hat kuştin. Bersûcî eşkere kir ku di 15ê Tîrmehê de li ber deriyê Emniyetê çek dihatin belavkirin û wî/wê ew çek ji ber deriyê Emniyetê standiye.
Bixwîne: Di hewildana derbekirinê ya 15ê Tîrmehê çi çêbû?
Li gor nûçeya Mesut Hasan Benliyi ya di rojnameya Hûrriyetê de belav bûyî, bersûcekê/î bi navê M.M. li dadgehê eşkere kiriye ku wî di 15ê Tîrmehê de ji ber deriyê Emniyeta Enqereyê çek standiye.
Parlamenterê Partiya Komarî ya Gelî(CHP), Eren Erdemî ji wezîrê karên navxweyî, Sûleyman Soylûyî pirsa wan çekan kir.
Hin ji pirsên Eren Erdemî ev in:
*Gelo di dema hewildana derbekirinê ya di 15ê Tîrmehê de ji bo xelkê sivîl çek hatine belavkirin?
*Di 15ê Tîrmehê de çekên Emniyeta Enqereyê kêm bûne an no?
*Hejmara çekên winda yên TSK(Hêzên Çekdarên Tirk) û Emniyetan çend e?(TP/EKN/MB)