Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gor daxuyaniya serokwezîr, Bînalî Yildirimî îro(16ê Tirmehê) dayî 2 hezar û 839 leşker hatine desteserkirin
161 kesên sivîl, leşker û polîs mirine.
Hêj ne dîyar e ka çend kesên hewil dayîn derbeyê bikin mirine.
Di 15ê Tîrmehê siet 22:00ê de, leşkeran pirên Bogazîçî û Fatîh Sûltan Mehmetî girtin û bi vê yekê pêvajoya derbeyê dest pê kir.
- Di 15ê Tîrmehê siet 22:00ê de, leşkeran pirên Bogazîçî û Fatîh Sûltan Mehmetî girtin.
- Li Stenbol û Enqereyê balafirên leşkerî li ser bajaran firiyan.
- Li Enqereyê, li derdora Serokerkaniya Leşkerî dengê teqîna çekan hatin.
- Leşkeran bi tankan dest danîn ser Balafirgeha Atatirkî ya Stenbolê. Di heman demê de Balafirgeha Sabîha Gokçenê jî bi wî awayî hat girtin.
- Di siet 23:00ê de serokwezîr, Bînalî Yildirimî ji televizyona NTVyê re got ‘’ev hewildanek e’’
- Li Enqereyê li Navenda Perwerdekirina Polîsên Hêza Taybet, teqînek çêbû. Li caddeya Vatanê polîs û leşkeran bi hev re şer kirin.
- Ajansa Anadolûyê ragihand ku Serokerkanê Leşkerên Tirkiyeyê, Hulusî Akar hatiye desteserkirin.
- Li nûçeyan hat nivîsîn ku ti agahî ji fermandarên pilebilind ên Art^´şa Tirkiyeyê nayên standin.
- Hin leşkeran bi 5 helîkopteran bi ser daweta keça Serfermandarê Hêzên Leşkerî yên Eskîşehîrê, Orgeneral Mehmet Şanverî de girt, Serfermandarê Hemî Hêzên Asîmanî, Orgeneral Abidin Unal digel komek fermandar girtin.
- Serfermandarê Hemî Hêzên Avî, Veysel Kosele bê ser û şûn bû.
- Li malpera TSK(Hêzên Çekdar ên Tirkan) daxuyaniyeka bi navê Lijneya Aştiya Welatî hat belav kırın.
- 23:45 komek leşker bi çekan bi ser TRTyê de girtin. Daxuyaniya derbeyê li TRTyê da xwendin.
- Wezîrê Berevaniya Neteweyî got ew daxuyanî korsan e/bêdestûr e.
- Serokê Partıya Partiya Neteweperest a Gelan bi telefonê ji serokwezîrî re got derbe nayê qebûlkirin.
- 00:25 Recep Tayyîp Erdogan ê serokkomar bi telefonê bi dîmen li bernameyeka televizyonan axivî. Wî got: ‘’Hewildana komeka biçûk a di hêzên çekdar ên Tirkiyeyê de ye. Hêza paralel piştevaniya wan kiriye.’’
- Piştî banga Erdoganî li gelek bajaran xelk bi alayan li ber deriyên avahiyên AKPyê kom bûn.
- 01:00 dema xelkê sivîl ber bi Balafirgeha Atatirkî ve meşiyan leşkerên ew der girtîn ji wê derê çûn.
- 01:00ê Serfermandarê Artêşa Yekem, Orgeneral Umît Gulerî ji CNN Turkê re got ‘’Ew temsîliyeta komeka biçûk dikin em yên dî tedbîrên pêwîst distînin.’’
- 01:00 li malpera TSKyê daxuyanîya duyem hat belavkirin û hat îlankirin ku derketina derve qedexe ye.
- Piştî vê daxuyaniyê li mizyeftên Stenbol û Enqereyê bang û selan hatin kirin.
- 02:00 bi êrîşekê 17 polîs li Navenda Perwerdekirina Polîsên Hêza Taybet ya Golbaşıyê mirin.
- 02:15 li Pira Bogazîçîyê leşkeran li xelkê reşand gelek kes birîndar bûn.
- 02:30 helîkopterekê li Parlamentoyê û Serokerkaniya Leşkerî reşand. Dûman ji parlamentoyê bilind bû.
- 02:44 bi weşana zindî ya Fox Tvyê hat dîtin ku helîkopteran dada Serokerkaniya Leşkerî û şerekê dest pê kir.
- 03:00 leşkeran bi helîkopteran li Parlamentoyê reşand.
- 03:30 leşker çûn di avahiya CNN Turkê de û hewil dan weşana wê bisekinînin.
- Li ber avahiya Şaredariya Mezin a Senbolê polîs û leşkeran şer kirin.
- 03:40 balafirên şerî û helîkopteran fîşek barandin ser avahiya Asayişa Enqereyê.
- Fîşek li avahiya Parlamentoyê hatin reşandin.
- 06:00 Behra Stenbolê ji bo çûn û hatina keştiyan hat qedexekirin.
- 07:45 CNN Turkê da zanîn ku 29 Albay û 5 General ji karên wan hatine derêxistin.
- Li Şirnexê 309 leşker hatin deteserkirin.
- 12:00 Li navenda giştî ya cendirmeyan şer çêbû.
- 13:00 heşt leşker bi helîkopterekê gihan Yûnanîstanê.
(HK/MB)