Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
ForûmaÇandê ya TirkiyeAlmanyayê, ji bo rewşa Aysel Tûglûkê bang li Hikûmeta Federal a Almanyayê û raya giştî kiriye.
Di bangewaziyê de ji hikûmeta nû ya Almanyayê xwestine ku ji bo Aysel Tûglûk û girtiyên din ên nexweş serbest bibin peywendiyê bi hikûmeta Tirkiyeyê re deynin. Her weha gotine ku bila di mijara mafên mirovan û demokrasiyê de helwesteke zelal diyar bikin.
Daxuyanî bi almanî hatiye amadekirin û bi tirkî, ingilîzî û kurdî jî hatiye weşandin.
"Bila girtiyên siyasî serbest bibin"
Forûmê daxwaz ji Tirkiye kiriye ku Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş di serî de, hemû girtiyên siyasî azad bike: "ForûmaÇandê ya TirkiyeAlmanyayê daxwaz ji hikûmeta Tirkiyeyê dike ku bila zexta sîstematîk a li mixalifên girtî bidawî bike û girtiyên nexweş yên weke Aysel Tûglûk yên li girtîgehan, bi hezaran girtiyên siyasî yên bi tenê ji ber xebatên xwe yên siyasî û civakî hatine girtin, ên mîna Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala û Gultan Kişanakê serbest bikin."
Kesên beşdar her weha ji hikûmeta nû ya Almanyayê jî xwestiye ku li beramberî polîtîkayên Serokomar Erdoganî helwestekê ji ya hikûmeta berê cidatir nîşan bide.
Kesên metna navborî îmze kiriye ev in:
Erk Acarer, Ahmet Akgün, Lale Akgün, Rezan Aksoy, Kemal Aktaş, Ali Atalan, İmran Ayata, Nursel Aydoğan, Berivan Aymaz, Hayko Bağdat, Celal Başlangıç, Oya Baydar, Osman Baydemir, Saadet Becerikli, Lezgin Botan, Safter Çınar, Abdullah Demirbaş, Renan Demirkan, Can Dündar, Dilek Dündar, Ragıp Duran, Aydın Engin, Aslı Erdoğan, Bernhard von Grünberg, Ülkü Gürkan-Schneider, Tuba Hezer Öztürk, Leyla İmret, Selma İrmak, Hasip Kaplan, Yılmaz Karahasan, Atilla Keskin, Besime Konca, Kader Konuk, Klaus Kost, Ertuğrul Kürkçü, Nafiz Özbek, Bedia Özgökçe, Ziya Pir, Anton Rütten, Faysal Sarıyıldız, Herbert Schmalstieg, Nora Şeni, Ferhat Tunç, Günter Wallraff, Gülçin Wilhelm, Kemal Yalçın, Sibel Yiğitalp, Ahmet Yıldırım, Ayşe Yıldırım, Ragıp Zarakolu. (EMK/FD)