Li gorî daxuyaniya ku ji Kremlinê hat dayîn Erdogan ji bo xistina balafira Rûsyayê û kuştina pîlotê wê lêborîn ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putinî xwest.
Li gorî nûçeya Sputnik Kurdistanê Berdevkê Kremlînê Pevkovî got: ‘ Erdogan peyam ji Serokê Dewleta Rûsyayê re şand û got ku ew dixwaze têkiliyên ku ji ber xistina balafirê, serrast bike.’
Hat ragihandin ku Erdoganî di peyama xwe de peyva ‘İzvinite'yê (Извините) bi kar aniye û ew jî di zimanê rûsî de tê wateya ‘lêborîn dixwazim’, an ‘min bibexşînin’.
Di daxuyaniya Kremlinê de wiha hat gotin: ‘Serokkomarê Tirkiyeyê gotiye ku wî her dem Rûsya wek dost û hevkarekî stratejîk dîtiye û qet nexwestiye ku balafira rûsî bixîne.’
Erdoganî beriya niha jî name şandibû
Serokomar Tayyip Erdogan di 12ê Hezîranê de bi munasebeta ‘Roja Rûsyayê’ ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin, Serokowezîr Yildirimî jî ji Serokwezîrê Rûsyayê Dmitri Medvedev re nameyan şandibûn.
Berdevkê Kremlînê Peskov derbarê wan nameyên şandî de gotibû ku bi sedema protokolê ew nameyana hatine şandin, ti tişteke girîng têde nîn e û ne hewce ye ku bersiv jî were dayîn.
Çi bûbû?
Di 24ê Sermaweza 2015an, balafira Rûsyayê bi hinceta ‘sînorê îxlal kiriye’ ji hêla artêşa tirk ve hat xistin. Rûsyayê piştre daxuyandibû ku balafira wan ti îxlalkirineke pêk neaniye. Tirkiye îdia kiribû ku wê li gorî rêbazên angajmanê, ji ber ketibû sînorên wê, xistibû lê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimri Putinî diyar kiribû ku ev îdia ne rast e û gotibû, "gava balafir hat xistin, 6 hezar metreyî li jorê û kîlometreyekê dûrî axa Tirkiyeyê bû". Pîloteke rûsî xwe xelas kiribû lê yê din jiyana xwe ji dest dabû.
(NV/YO)