Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî şîroveya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, serokkomarê Tirkiyeyê jî bersiv daye li ser vê yekê qedrê Lîreyê Tirkan li hemberî dolar û euroyî ketiye.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Donald Trumpî diyar kiribû ku piştî 52 salan êdî dem hatiye ku Amerîka desthilata Îsraîlê ya li ser Girên Golanê qebûl bike.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî diyar kiribû ku axiftinên Trumpî yên li ser girên Goranê aramiya herêmê têk dide.
“Îsraîlê ji sala 1967ê ve ew gir dagir kiriye. Wê ne bi tenê ereb herweha tirkmen jî mecbûr kirine ku bar bikin.”
Dema Erdoganî dest bi axiftinê kirî dolarek 5,46 TL(Lîreyên Tirkan) bû piştî axiftina wî Dolarek bû 5,57 TL.
Herweha Euro jî di dema axiftina wî de ji 6,21ê bû 6,31 TL.
(EKN/MB)