Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên Rojnameya Cumhuriyetê eşkere kirin ku berpirsê maliya Cumhuriyetê Emre Îpek dê du meh dî jî di girtîgehê de bimîne.
Parêzerê rojnameyê, Abbas Yalçinî eşkere kiriye ku Îpek dê 5ê Kanûna Pêşiyê(meha 12.) ji girtîgehê derbikeve.
Îpek pêşiyê ji ber ku bikarhênerê bernameya ByLockê bûye hatiye girtin. ByLock bernameyeka peywendiya nepenî ye ku endamên Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir bi kar înabû.
Paşê Îpek ji wê dozê tehlîye bûbû û vê carê bi sûcê propagandaya ji bo terorê hatibû girtin. Delîlên girtina wî jî parvekirinên wî yên li medyaya civakî bû.
16em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind biryar dabû ku rewşa girtîtiya 7 nivîskarên berên rojnameya Cumhuriyetê bê sekinandin û ew serbest bibin.
Piştî vê biryarê Musa Kart, Guray Oz, M. Kemal Gungor, Hakan Kara û Onder Çelik tehliye bûne. Lê ji ber ku cezayê wî hatiye erêkirin, Emre Iper wê girtî bimîne.
Bixwîne - Li ser biryara Dadgeha Bilind, nivîskarên Rojnameya Cumhuriyetê serbest bûne
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind di nirxandina xwe de biryar dabû ku sûcê ji ber “alîkariya rêxistina terorê” hatiye dayîn bila ji nû ve were nirxandin. 16em Daîreya Cezayan jî li gorî vê biryar daye. Di biryarê de ji bo Ahmet Şikî biryar hatiye girtin ku bila ji ber propagandayê were cezakirin.
Piştî biryarê dosya wê careke din biçe ber deste 27em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê.
Çi bûbû?
Parêzerên rojnameya Cûmhûriyetê li hemberî biryara 3yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Adlîyeyê ya Herêmî ya Stenbolê serî li Dadgeha Bilind dabû.
Parêzeran di daxwaznameya xwe de diyar kiribû ku “biryara cezakirinê bi awayekî aşkere li dijî hiqûqê ye û ji ber wê jî divê betal bibe”. Her weha gotine ku ji bo cezayên girtinê yên di bin pênc salan de mafê temyîzê bê dayîn.
Li gorî nûçeya Alîcan Ûlûdagî yê ji rojnameya Cûmhûriyetê, di daxwaznameyê de her weha hatibû xwestin ku ji bo betalkirina qanûna rêya temyîza wan kesên di bin pênc salan de ceza li wan hatine birîn serî li Dadgeha Destûrî bê dayîn û daxwaza dozê bê kirin. Dîsa hatibû xwestin ku heta Dadgeha Destûrî biryarê bide bila dadkirin bê sekinandin.
Parêzerên rojnameya Cûmhûriyetê Dûyûn Yarsûvat, Fîkret Îlkîz, Bahrî Bayram Belen, Aynûr Tûncel, Tora Pekîn, Abbas Yalçin û Halîl Kocabaş daxwazname amade kiribûn ku ji 208 rûpelan pêk hatibû. Parêzeran daxwazname bi rêya dadgeha îstinafê şandibûn 16em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind.
(HA/MB)