Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê / bianetê e-pirtûka ku di encama projeya “Rojnamegerên Bêkar Li Dû Nûçeya Xwe Ne” de hatiye amadekirin weşand. Proje ji hêla rojnamegerên ku bê kar hatine hiştin ve hatibû birêvebirin.
Di çarçoveya projeya ku ji bo piştevaniya bi rojnamegerên bê kar hatine hiştin hatibû amadekirin de 20 rojnamegeran 10 nûçe-dosya amade kiribûn. 18ê Nîsana 2017yê dest bi weşana nûçeyan hat kirin û weşana wan di 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî de bidawî bû.
Beşdaran nûçeyên ku mijara wan rojnamegerî, bêkarî, medya, zayendiya civakî, perwerde, koçberî, bajar, xizanî, tundkarî û aştî amade kirin û ev nûçe bi metnên bingehîn û yên talî hatibûn avakirin û bi wêne, deng, dîmen, hêmanên rojnamegeriya daneyî pêk dihatin.
Supervîzorê projeyê Mûrat Çelîkkan, koordînator jî Oznûr Sûbaşi bû. Banû Tûna, Dogû Eroglû, Halûk Kalafat, Nadîre Mater, Tûgrûl Eryilmaz û Yasemîn Înceoglû jî jûriyên projeyê bûn.
Edîtoriya nûçeyên ku bi Îngîlîzî, Kurdî û Tirkî hatibûn amadekirin ji hêla Nîlgun Ûysalê û Halûk Kalafatî ve hat kirin.
Proje bi piştevaniya darayê ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsolosiya Hollandayê ya li Stenbolê birêve çû û di 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî de bi bernameyekê ve bidawî bibû.
Ji bo ku e-pirtûkê bixwîne bitikîne.
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
8- Pirsgirêkên Navendên Rehabilîtasyona Taybet: Mînaka Çewlikê
9- Du Rêveber Li Ser Pêkanîna "Ji bo Kêmendaman Piştgiriya Perwerdehiyê" Nîqaş Dikin
10- Xwendekar û Weliyên Çewlikî Diaxivin
11- Kesên Kêmendam Bi Sîstema Elimandinê Ve Dikarin Perwerde Bibin
12- “Gawirên wir” çûbûn tenê tax mabûn, lê taxan jî bi temamî ji holê rakirin
13- Midirgiç Margosyan behsa kolan û derdorê sûran kirin
14- Kesên Li Dijî Nefretê Jiyan, Evîn û Berxwedanê Diparêzin
15- Ece Devrîm: Min Li Dijî Kedkariya Seksê Ya Bi Darê Zorê Gelek Ber Xwe Da
16- Şahîka: Mirov nikare pişt re bibe trans
17- Emirhan: Di Berxwedana Rêxistinî De Divê Qeydê Bûyeran Were Girtin
18- Komeleya Sarmaşikê hat girtin; Gelo halê mexdûran çi ye?
19- Bankeyeke alternatîf: Bankeya Xurekan a Sarmaşikê
20- Sarmaşik hat girtin: “Ne têr in, ne jî birçî”
21- Projeya bi dekora dîrokî ya ji bo Stenbola modern: Balat
22- Hunera Di Bin Siya Qayûman De
23- Hunermend û bîner bê meydan mane, xwendekar ji konsevatuarê bûne
24- Di Tevgera Kurd De Kronolojiya Zindanan
25- Operasyonên “KCKê”
26- Hemû hevserokên partiyên Kurd di zindanê de mane
(EKN/FD)