Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê / bianetê bi zimanên Kurdî(Zaravayê Kurmancî) û Ingilîzîyê e-kitêbên “Rojnamegerên Bêkar Li Pey Nûçeyên Xwe Ne” weşandin. Heman E-kitêb di 19ê Tîrmehê de bi zimanê Tirkî hatibû weşandin.
Ji bo hevgiriya digel rojnamegerên bêkar hatîn hiştin û da azadiya çapemeniyê bê rojevê projeyek hat pêkanîn. Ji bo projeyê 20 rojnamegeran 10 dosye amade kirin.
Ji 18ê Nîsana 2017ê heta heta 3yê Gulanê, Roja Azadiya Çapemeniyê nûçe hatin weşandin.
Dosyeyên nûçeyan li ser mijarên wek rojnamegerî, bêkarî, medya, zayenda civakî, perwerde, koç, bajar, hejarî, tûndkarî û aştiyê ne.
Sûpervîzorê projeyê Murat Çelîkkan û koordînatora projeyê Oznûr Sûbaşi bû.Endamên jûrîya projeyê ev kes bûn: Banu Tuna, Doğu Eroğlu, Haluk Kalafat, Nadire Mater, Tuğrul Eryılmaz, Yasemin İnceoğlu.
Proje bi piştgiriya maddî ya Projeya Mafên Mirovan a Matrayê ya Balyozxaneya Hollandayê ya li Stenbolê pêk hat. Proje di 3yê Gulanê de, di Roja Azadiya Çapemeniyê de bi bernameyekê bi dawî bû.
Ji bo tu E-kitêbê bi zimanên Kurdî, Igilîzî û Tirkî bixwînî li dûvelankên li jêr bitikîne.
- Rojnamegerên bêkar li pey nûçeya xwe ne (KUR)
- Unemployed Journalists Chasing News (ENG)
- İşsiz Gazeteciler Haberinin Peşinde (TUR)
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
8- Pirsgirêkên Navendên Rehabilîtasyona Taybet: Mînaka Çewlikê
9- Du Rêveber Li Ser Pêkanîna "Ji bo Kêmendaman Piştgiriya Perwerdehiyê" Nîqaş Dikin
10- Xwendekar û Weliyên Çewlikî Diaxivin
11- Kesên Kêmendam Bi Sîstema Elimandinê Ve Dikarin Perwerde Bibin
12- “Gawirên wir” çûbûn tenê tax mabûn, lê taxan jî bi temamî ji holê rakirin
13- Midirgiç Margosyan behsa kolan û derdorê sûran kirin
14- Kesên Li Dijî Nefretê Jiyan, Evîn û Berxwedanê Diparêzin
15- Ece Devrîm: Min Li Dijî Kedkariya Seksê Ya Bi Darê Zorê Gelek Ber Xwe Da
16- Şahîka: Mirov nikare pişt re bibe trans
17- Emirhan: Di Berxwedana Rêxistinî De Divê Qeydê Bûyeran Were Girtin
18- Komeleya Sarmaşikê hat girtin; Gelo halê mexdûran çi ye?
19- Bankeyeke alternatîf: Bankeya Xurekan a Sarmaşikê
20- Sarmaşik hat girtin: “Ne têr in, ne jî birçî”
21- Projeya bi dekora dîrokî ya ji bo Stenbola modern: Balat
22- Hunera Di Bin Siya Qayûman De
23- Hunermend û bîner bê meydan mane, xwendekar ji konsevatuarê bûne
24- Di Tevgera Kurd De Kronolojiya Zindanan
25- Operasyonên “KCKê”
26- Hemû hevserokên partiyên Kurd di zindanê de mane
(OS/MB)