Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî yên Aynûr Dogan, Metîn-Kemal Kahraman, Niyazî Koyûncûyî, mûzîkjenê ji Behra Reş jî aşkere kiriye ku Şaredariya Pamûkkaleyê konsera wî ya li Denizliyê û şîrketa organîzasyonê konsera wî ya li Bostanciyê betal kiriye.
Lermiyî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotiye:
"Piştî kesê diyar min weke hedef nîşan da û hin mesaj weşandin Şaredariya Pamûkkaleyê konsera me ya li Denîzliyê ya di 29ê Gulanê de, şîrketa organîzasyonê ya Bostanciyê ya 11ê Hezîranê betal kiriye. Ez ê ji bo wan nûçeyên derew, ên di rojên dawiyê de derbarê min de tên belavkirin, daxuyaniyekê biweşînim."
Tevlî Serokê Giştî yê Partiya Zaferê, Umît Ozdagî, medyaya nêzîkî hikûmetê, ji ber ku beşdarî konsera Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) bûye, Apolas Lermî kiribûn hedefa êrîşan.
(AÖ/FD)