Dîroka civaka Kurd a ku bi gelemperî ji dîrokeke devkî pêk hatiye di serê sedsala 20emîn de hêdî hêdî berê xwe da nivîsê. Dîroka vê civaka qedîm mirov dikare bêje ku exlebê wê bi destê lêkolîner, geştiyar, dîroknas û biyaniyan ve hat nivîsîn. Di serê sedsala 21emîn de êdî Kurd bi xwe qala çîrokên xwe, mîtolojiya xwe, çanda xwe û dîroka xwe dikin û dinivîsin. Bi sedan dîroknasên Kurd êdî hene û ew bixwe lêkolînên xwe dikin.
Yek ji van dîroknasan jî Dr Îsmet Konakê ku demek berê bi navê ‘Kurdên Sosyalîst’ berhemeke nû tev li dîrokçeya Kurdistanê kir. ‘Kurdên Sosyalîst’ wek berhema yekem a akademîk e ku li ser Kurdistana Sor a li Sovyeta Rûsyayê hatiye nivîsîn. Bêguman gelek xalên girîng ên vê pirtûkên hene ku mirov hewceye li ser bisekine. Yek ji van jî mijara ‘Kurdistana Sor’. Piştî min pirtûk xwend hewlda ku tenê li ser têgeh û çîroka ‘Kurdistana Sor’ bi Îsmet Konak re sohbetekî bikim. Ji bo xwînerên bianet-kurdiyê min pirsî Dîroknas Dr Îsmet Konak bersivand.
-Li ser anatomiya peyva Kurdistana Sor tu yê çi ji me re bibêje? Çima rêvebiriya Bolşevîkan navê ‘Kurdistana Sor’ li vê yekîneya xweser-otonom kiriye?
Bêguman jixwe peyva ‘Kurdistan’ê ne bi Şoreşa Cotmehê ya 1917’an de hat ‘îcad’kirin. Li rojavayê Qerebaxê li herêma ku kurd lê bûn di sedsala 18’emîn de herêma wan bi navê Kurdistanê derbas dibe û derheqê vê yekê de jî belgeyên girîng hene. Yek ji van belgeyan ya geştevan û hekîmê Skocî John Bellê ku di navbera salên 1715-1718’an de hatiye li Îranê geriyaye. Bell di geştiyarnameya xwe de wiha dibêje: “Em ketin erdeke vala ya ku Rûsan ji re digot deşta Mogan û farisa jê re digot Kurdistan. Ava çemê Kurayê eyaleta Kurdistanê têxist du fesk û diherikî. Kurdan jî navê xwe ji Çemê Kurayê girtin. Ev gel, gelekî qedîm e û li gor qeneata min gelê ku Ksenofon jî wan wek ‘Karduk’an pênase dike û yên li dijî êrîşên Grekiyan li ber xwe didin, ev gel bixwe ne.” Piştî ku herêma heyî di sedsala 19’emîn de kete bin hikmê Çaritiya Rûsyayê pênaseya ‘Kurdistan’ê derbasî Rûsyayê jî dibe. Vêce di sala 1917’an bi Şoreşa Cotmehê re ev pênase di çerçoveya sosyalist de tê formûlkirin û bi peyva ‘Sor’ jî kirasekî sosyalist lê tê kirin. Di lêkolînên ku min li Rûsyayê kirî de jî di rojnameya bi navê Jizn Natsionalnostey (Jiyana Neteweyan) di hejmara ku di 3’ê Cotmeha 1921’î de wek cara yekem bi awayekî nivîskî rastî peyva ‘Kurdistana Sor’ hatim.
Partiya Komunîst a Azerbaycanê ji Komîteya xwe ya Navendî, ji Kurdistanê re telgrafekê dişîne û di vê telgrafê de wiha dibêje: “Em kurd temsîla rayona Koturlinê ya pir qelebalix dikin. Em tev li mitîngê dibin û gotinên rêheval Belubekov ên ‘Kurdistan Sor û Weziyeta wê ya Niha’ gohdar dikin û me di navbera xwe de biryarek da: Em kurd azad in û di xwezaya xwe de nêzî desthilatdariya Sovyetê ne. Em zincîrê xwe diqetînin û destê xwe ji birayên xwe yên Azerbaycanê re dirêj dikin. Banga me ji Artêşa Sor re ye; Ji niha û pê de siwarekî kurd wê tevlî refên Artêşa Sor bibe û tu carî dev jê bernede.”
Çavkaniyên John Bell û Çursîn
-Li ser paşeroj an jî koka kurdên li Kurdistana Sor dijîn, daneyên berbiçav hene gelo?
Mijara niştecihbûna koka kurdên li Kurdistana Sor mijareke pir ne zalal e. Wek mînak li gor çavkaniyeke heyî di sala 1807’an de di pêşengtiya Mehmet Sefî Sultan de qafîleyeke ku ji 600 malbatî pêk tê li Qerebaxê tên bicihkirin. Lê belê ev çavkanî berê me nade encameke teqez. Wek niha jî min anî ziman; li gor geştiyara John Bell di salên 1700’î de li wê herêmê kurd jiyîn e. Her wiha di lêkolînên min ên ku li Rûsyayê min kirî de jî ez leqayî agahiyên G.F. Çursînê ku di sala 1924’an de serdana Kurdistana Sor kiriye, hatim. Çursîn di nivîsên xwe de dibêje; divê ku kurdên li vir neviyên kurdên ku di şerê Osmanî-Sefewî yê di sala 1589’an de di nav Artêşa Osmanî de şer kirine, bin. Li gor hin hîpotezên heyî koka van kurdên li vê herêmê digihêje Albanyaya Kafkasya, Med û heta Hurrîyan. Bi belgeyên nû re dê bêtir encamên zanistî bêne kirin.
-Rûxandina Kurdistana Sor gelek caran hat nîqaşkirin. Di lêkolînên te yên dawiyê de gelo tu qet gihaştî encameke cûda?
Tê zanîn ku her tim nîqaşên wek di hilweşandina Kurdistana Sor de rola Tirkiyeyê hebû ango zextên Tirkiyeyê ji bo hilweşîne Kurdistana Sor hebûn. Ez bixwe jî di wê baweriyê de me. Di lêkolînên min î dawî ku min xwe gihande hin belgeyan vê mijara rola Tirkiyeyê radixe ber çavan. Di nameya ku Wezîrê Karên Hundir Şukru Kaya di 19'ê Çileya 1935'an de ji Sefîrê Moskovayê Huseyîn Vasif Çinar re şandiye de, bal kişandiye ser hin mijaran. Şukru Kaya ji Çinar re naveroka hevdîtina ku bi karmendê karûbarê Yekîtiya Sovyetê yê Enqereyê re kiriye û wî agahdar kir. Kaya wiha dibêje: “Meseleya serxwebûnê nebe jî, di warê ziman û çandê de dayîna rêveberiya xweser a ji bo kurdên Kafkasyayê, ji aliyê encamên wê ve bi tevahî li dijî me ye. Dê bandora wê li ser kurdên di nav sînorên me de jî hebe.” Yanî bi kinasî wezîr li dijî her cure xweseriyê ye û vê yekê jî wek metirsiyekê dibîne. Disa di heman hevdîtinê de Şûkrû Kaya diyar dike ku dayîna mafê ziman û alfebeya kurdan li dijî peymana ku di navbera herdû partiyan de hatiye îmzekirine. Peymana navê wê derbas dibe jî li gor texmîna min peymana tîcaretê ya di sala 1927’an de hatiye îmzakirin. Bi dîtina min rêveberiya Enqereyê di sala 1929an de ev peyman weke amûreke dîplomatîk bi kar anî û ji bo Kurdistana Sor tasfiye bike, zext kir.
-Xebatên te yên li ser Kurdistana Sor hê jî berdewam dikin gelo? Em wek xwendevanan di rojên pêş de em ê van lêkolînên te bixwînin?
Lêkolînên min bênavber didomin. Xebatên li ser Kurdistana Sor ên heta niha hatine kirin ez wan wek ‘prelût’ê dibÎnim. Dîroknas ji bo ku ji kûrahiyê tiştekî nû derxîne mecbûre ku hertim di dest de şewka masiyan hebe. Wek mînak, di lêkolîna xwe ya dawî de, min hin agahiyên nû yên li ser tezahûra Stahanovtî û Kolhoztiya li herêmê, bidest xistin. Min hewld da ku van agahiyan di pirtûka xwe ya bi navê ‘Kurdên Sosyalîst’ de jî teorîze bikim.
Ez bi rêya vê roportajê jî bi xwîneran re parve bikim ku yek ji belgeya ku niha li ser dixebitim belgeya Etnografê Soveyetê Y.G.Pçelina ya bi navê ‘Li Ser Uyezdîya Kurdistana Azerbaycanê: Têbîniyên Rêwitiyê ( По Курдистанскому Уезду Азербайджана: Путевые заметки) ye.(WT/AY)