Dozgeriye xwestiye ku bila dadgehkirina Enîs Berberoglûyî were sekinandin

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn cara duyem got ku mafê Enîs Berberoglûyî hatiye binpêkirin, dozgeriyê nêrîna xwe ya derbarê vê biryarê de pêşkêşî 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê kiriye.
Dozgerê Komarî di nêrîna xwe de biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê Berberoglûyî de bibîr xistiye ku tê de gotibû “Piştî Xala 20em a demkî ya Destûra Bingehîn ketiye meriyetê Berberoglû di hilbijartinê de bûye parlamenter û yaseyan ew parastiye lê ji ber dadgehkirinê dewam kiriye mafê Berberoglû yê xebatên siyasî yên Destûrî û yê hilbijirînê hatiye binpêkirin.”
Dozgerê Komarî gotiye ku dadgeh divê li gorî biryara Dadgeha Destûrî tevbigerin û divê Enîs Berberoglû ji nû ve were dadgehkirin, her weha rewşa wî ya “cezaxwar” bidawî bibe û dadgehkirina wî were sekinandin.
Dozgerî her weha xwestiye ku ji bo parêzbendiya wî were rakirin bila fezlekeyê ji Parlamentoyê re bişînin. (HA/FD)