Fotograf: Bariş Yarkadaş - Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê di nêrîna xwe de gotibû bila biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê Enîs Berberoglûyî de daye, weke pêk anîn, heyeta Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya 14an biryara xwe aşkere kiriye.
Heyetê piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn cara duyem jî got, “mafên Berberoglûyî hatine binpêkirin” ev biryar pejirand. Li gorî biryara dadgehê wê Berberoglû careke din were dadgehkirin.
Heyeta dadgehê her weha di biryara xwe de diyar kiriye ku “bila dedgehkirin were sekinandin”, “hemû biryarên hatine dayîn werin betalkirin.” Di encama van biryaran de dadgehê careke din rê li ber wî tiştî vekir ku Berberoglû bibe parlamenter.
Heyetê di heman biryarê de gotiye, ew ê ji Wezareta Dadê re nivîsekê bişînin da ku fezleke ji bo Berberoglûyî were amadekirin û di encamê de parêzbendiya wî were rakirin. Li gorî vê biryarê heke parêzbendiya Berberoglûyî were rakirin an jî parlamenteriya wî ji holê rabe, wê ji xwe ber rê li ber dadgehkirinê vebe.
Heyetê biryar girt ku mînakek ji biryarê bişînin Serokatiya Parlamentoyê yek jî ya Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê.
Çi bûbû?
Ji ber nûçeya “Barhilgirên MITê” ya Rojnameya Cûmhûriyetê di 14ê Hezîrana 2017an de weşandibû bi tohmeta ku “dokumanên ji bo ewlehiya dewletê an jî berjewendiyên hundir û derve yên siyasî divê neyên aşkerekirin bi armanca sîxuriya leşkerî û siyasî aşkere kiriye” doz li Enîs Berberoglûyî hatibû vekirin. 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê 25 sal cezayê girtîgehê li Berberolûyî birîbû.
Berberoglû di 14ê Hezîrana 2017an de hatibû girtin. 2yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeya Herîmî ya Stenbolê di 9ê Çiriya Paşiyê ya 2017an de ev biryar qebûl nekir û bi şûn de şandibû.
14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi hinceta ku biryar ne li gorî usul û yasayan e, dîsa şandibû ber destê heyeta Dadgeha Îstînafê.
Dadgeha Îstînafê careke din dosya dosya nirxandibû û vê carê ne bi tohmeta “sîxuriyê” lê bi tohmeta “ew dokuman aşkere kirine ku ji bo ewheliya dewletî û berjewendiyên wê yên siyasî yên hundir û derve divê neyên aşkerekirin” di 13ê Sibata 2018an de 5 sal û 10 ceh cezayê girtîgehê dabû Berberoglûyî û ew azad nekiribû.
Dozgerî Komarî yê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Stenbolê daxwaz kiribû ku Berberoglû bi sûcê “sîxurtuyê” were cezakirin û serî li Dadgeha Biind dabû.
Berberoglû di Hilbijartina Parlamenteriyê ya 20ê Îlona 2018an de careke din hatibû hilbijartin û Dadgeha Bilind daxwaza sekinandina dadgehkirina wî û tehliyekirinê, qebûl kiribû.
Di 4ê Hezîrana 2020an de ji ber cezayê wî hatiye pesendkirin, li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê parlamenteriya wî hatibû betalkirin.
Berberoglû piştî vê biryarê bi rojekê hatibû desteserkirin û ew şandibûn girtîgehê. Heman rojê ji ber tedbîrên koronavîrusê bi destûr tehliye bûbû.
Dadgeha Bilind di 17ê Çiriya Pêşiyê de biryar dabû ku mafê wê hatine binpêkirin.
14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di 13ê Çiriya Pêşiyê de biryara jinûvedadgehkirina Berberoglûyî nirxandibû û biryara Dadgeha Destûrî pesend nekiribû. (HA/FD)