Dozgeriyê dosyaya êrîşa nefretê ya li dijî malbata edîtora bianetê Rûken Tûncelê girt

Serdozgeriya Komarî ya Büyükçekmeceyê dosyaya êrişa tacîza nijadperestî û nefretê ya ku 4 meh berê (10ê tebaxê) li dijî malbata edîtora bianetê Ruken Tuncel li mala wan ya li Beylikduzuya Stenbolê hatibû kirin, girt.
Derbarê êrişkar A.Y. û E.Y.Y. de bi tohmeta heqaret, birîndarkirina bi sivikî û gef xwarinê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozgeriyê gotiye tiştek nîne ku ji bo darizandinê û biryara girtina dosyeyê da. Her weha dozgeriyê ji bo bûyera derpkirina dayîk, xwişk û xaltîka Tûncelê jî gotiye “pirsgirêka nava apartmanê ye”.
Êrişka M.Y. di piyê Sînem Tûncelê de ew birîndar kiribû. Dozgeriyê derbarê M.Y. de çi biryarek neda.
Çi bûbû?
Di êvara Pêncşema 10ê Tebaxa 2023an de M. Y. û A. Y. cîranên malbata edîrota bianetê Rûken Tûncelê gefa kuştinê li wan xwaribû. Derb li xwişke Tûncelê Sînem Tûncelê xistibûn. Cîranan ji wan re gotibûn, “Ev ermenî ne, ev terorîst in.” Malbata Tûncelê giliyê êrîşkaran kiribû.
Di dema êrîşê de Rûken Tûncel ne li mal bû lê derb li xwişka wê Sînem Tûncelê xistin û gef li dê û xalkî wê xwarin. Bûyer li Beylikduziyê ya Stenbolê ya ku malbata Tûncelê lê niştecih in pêk hatibû.
Sînem Tûncel û dêya xwe dema ji bazarê vedigeriyan, li ber deriyê apartmanê rastî cîrana xwe M. Y. yê hat. M. Y. yê li ber derî zimandirêjî li malbatê kir. Sînem Tûncelê ji M. Y. yê re got ku ew naxwaze bi wê re biaxive û M. Y. yê tû kir ser rûyê wê.
Malbata Tûncelê telefonî polîsan kir. M. Y. yê wê gavê got, “Polîs ji bo we nayên. Ez telefon bikim, bibinin bê çawa tên. Dewlet ez im, polîs ez im. Em ji Trabzonê ne, em ê we bişewitînin. Ev elewî, her tişt li ba we heye. Hûn tiryakê difiroşin, hûn eroînê bi kar tînin. Hûn diçin meşan, ev naşibe çûna meşan. Tifinga min a he, tifingek dikare karê we hal bike. Ez ê şerjora xwe vala bikim.”
Paşê keça M. Y. yê A. Y. yê jî êrîş kir û derb li Sînem Tûncelê da. A. Y. yê got, “Tu çawa bi dêya min re diaxivî, tu nikarî li ser dêya min biqîrî, ez ê we bikujim,”
Çû çekê bîne, cîran bûn asteng
Di dema êrîşê de niştecihên avahiyê derketine derve û A. Y. yê ji bo malbata Tûncelê got, “Ev terorîst in.” M. Y. yê jî got, “Ev ermenî in, ev terorîst in.”
A. Y. yê bi berdewamê gef li malbata Tûncelê xwar û got ku tifinga wan heye. Cîran ketine navberê û nehiştine A. Y. biçe mala xwe da ku tifingê bîne.
A. Y. vegeriya û kulmek li çeneya Sînem Tûncelê xist. M. Y.yê jî rahişt çoyekê û xwest li xaltîka Sînem û Rûken Tûncelê bide. Sînem Tûncel ket navberê û dar li piyê wê ket.
Cîran û xebatkarekî marketekê jî bûn şahide wê êrîşê û piştî tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê, êrîş bi dawî bû. Sînem Tûncel çû nexweşxaneyê û rapora derblêdanê wergirt.
Malbata Tûncelê paşê çûn navenda polîsan û giliyê M. Y. û A. Y. yê kirin. Her weha malbatê ji ber “hedefnîşandanê” giliyê cîraneke din a bi navê E. Y. Y. jî kir. Parêzera malbatê Destîna Yildiz jî di tevlî malbata Tûncelê li navenda polîsan kar û barên yasayî şopand.
Malbatê ji dozgeriyê biryara bergiriyê wergirt ku M. Y. û A. Y. nikaribe nêzîkî wan bibin.
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
