Dosyeya parêzbendiyê ya Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikûlûyî şandin ber deste Serokatiya Meclîsê (TBMM).
Ji ber gotinên wî yên derbarê Artêşa Tirkan de, dosyeya Tanrikûlûyî ya ji bo rakirina parêzbendiyê hatibû amadekirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, dosye ya Tanrikûlûyî şandin Serokatiya Meclîsê. Ji wir jî şandine Komîsyona Têkel ku ji Endamên Komîsyona Destûra Bingehîn û ya Edaletê pêk tê.
Pêvajo çawa bi rê ve diçe?
Parlamenterê ku dixwazin parêzbendiya wî rabikin, bixwaze dikare xwe li Komisyona Amadekariyê, piştî Komîsyona Amadekiriyê rapor amade kir li Komîsyona Têkel û Civata Giştî ya Meclîsê xwe bi devkî yan jî nivîskî biparêze.
Raporên Komîsyona Têkel ên daxwaza rakirina parêzbendiyê dikin, rasterast dikevin rojeva Civata Giştî.
Piştî li Civatê hevdîtin tê kirin, rapora ku Komîsyona Têkel amade kiriye, tê dengdan. Ger Civata Giştî wê bipejirîne, parêzbendiya parlamentere/a navborî, ji bo wê dosyeyê tê rakirin. Serokatiya Parlamentoyê, bi rêya Serokomariyê dişîne Wezareta Dadê.
Wezaret jî ji bo tiştên hewce dikin bike, dişîne dozgeriyê. (TYFD)