Dîren Coşkûnê navber daye rojiya mirinê

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Girtîya trans Dîren Coşkûn li girtîgehê 27 rojan ket rojiya mirinê. Piştî hevdîtinên digel birêvebiriya girtîgehê Coşkûnê îro navber da rojiya mirinê.
Lîsteya xwarinên vegan ji bo Dîren Coşkûnê hat amadekirin.
Li ser pêvajoyê Hatice Demîra parêzer bi bianetê re axivî.
“Li girtîgehê min û Dîrenê hevdu hembêz kir. Min jê re got li derve gelek kes bi tirs li bendê bûn ku tu dest ji rojiyê berdî. Dîrenê got ‘min bi tenê nehêlin’
Bixwîne - Dîren Coşkûn, aktîvîsta ji LGTIyan hat girtin û li hicreya yekkesane dimîne
Di 25ê Kanûna Paşiyê de Dîren Coşkûnê li Girtîgeha Tekirdagê ya Mêran a Cûrreyê Fyê ji bo mafê guhertina zayendê, tedawiya lazer-epîlasyonê û başkirina şertên girtîgehê det bi rojîya mirinê kiribû.
Hatice Demîra parêzer diyar kir ku birêvebiriya girtîgehê ji bo tedawiya bi lazet-epîlasyonê ji bo wezareta saxlemiyê daxwazname nivîsîye û li benda bersivê ye.
(ÇT/MB)
Mêran di meha Îlonê de 23 jin kuştine

Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine

Biryara tehliyeyê ji bo Taner Kiliç, rêveberê Rêxistina Efûyê derketiye

Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine

Cîranên wî êrîşa homofobîk birine ser edîtorê malpera Pembe Hayatê
