Fotoğraf: Evrim Kepenek / bianet
Peymana Stenbolê Ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ve hat betalkirin. Gelek sazî û baroyan ji bo li dijî vê biryarê derketin û serî li Şûraya Dewletê dan, doz vekirin. Yek jî van saziyan jî Komeleya Jina a Rosayê ya ye ku li Amedê derbarê mafên jinan de xebatan dikin. Rêvebirên Komeleya Rosayê Parêzer Elîf Tîrenç û Civaknas Rûken Erguneşê ji Bîanetê re behsa tundkariya li ser jinan, helwesta dadgehan û pêvajoya betalkirina Peymana Stenbolê kirin.
Parêzer Elîf Tîrenç Îpekê diyar kir ku piştî Peymana Stenbolê hate betalkirin biryarên parastinê tên redkirin:
“Niha bi taybetî di serlêdanan de delîl tên xwestin. Lê Peymana Stenbolê nehata betalkirin, ger gumana tundiyê hebûya, tedbîr bihatana girtin. Lê niha dibêjin hewcêye ku sûc pêk bê.”
Îpek: “Dadger dibêjin ‘em edî nikarin rastiyê ji hev veqetînin”
* Elîf Tîrenç Îpek
Îpekê got ku dadger zêdebûna hejmara dosyayan ji xwe re dikin hincet û biryarên şaş didin: “Di dozekê de daxwaza parastinê a muwekîla min hat redkirin. Dema ku min ji dadger pirsî, ‘ka çima red kir?’ Got, 'Hûn ji bo pêşiya biryara hevberdanê vekin, daxwaza parastinê dikin. Ez dizanim ku çima û ji bo kîjan armancê we ev biryar dan’. Dadger îdia kir ku em wek ji bo biryara hevberdanê bê dayin di serê xwe de çîrokekê çêdikin. Li gorî dadger armanca me ew e ku ji bo hevberdanê sedemekê ava dikin. Ji bilî vê dozê, dozêk din jî hebû û muwekîla min di bin xetereya tundiyê de bû. Hat gotin ku tu delîl tune ye û piştî 2 rojan hevjînê wî hewldide ku jinikê bikuje. Di vê mijarê de hizra dadgeran bi vî rengî ye: “Gelek dosya tên û em êdî nikarin rastiyê ji hev veqetînin.” Tê zanîn ku gelek bûyerên şîdetê hene, mijara tundiyê zêde ye.”
“Jin edî baweriya xwe ji hêzên ewlehiyê naynin”
Îpekê bal kişand li ser bêbaweriya jinan a li hêzên ewlehiyê: “Jin êdî baweriya xwe bi hêzên ewlehiyê naynin. Li gorî baweriya jinan, ew dibêjin, ‘Ez herim jî tiştekî nakin’. Êdî baweriya jinan bi dewletê nemaye. Ev sedem jî ji ber polîtîkayên dewletê ne.”
"Betalkirina Peymana Stenbolê, peymanên din jî dixe xetereyê”
Îpekê behsa betalkirina Peymana Stenbolê kir û got ku dibe ev ji bo peymanên din jî bibe mînak: “Ez dirêjkirina biryara Şûraya Dewletê siyasî dinirxînim. Sedema dirêjkirina vê pêvajoyê jî ew e ku dixwazin bi demê re belav bikin û bandora wê bişkînin. Betalkirina peymanê ne tenê ji aliyê jinan ve, ji aliyê gelek sazî, kesayet û hunermendên navneteweyî ve rastî bertekên mezin hat. Bandora betalkirina vê peymanê dikare li Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, Peymanên Parastina Mafên Zarokan jî bike. Li Tirkiyeyê edî daraz bûye siyasî. Lê belê têkoşîna me ne bi Peymana Stenbolê dest pê kir û ne bi dawîbûna we re wê têkoşîna me bi dawî bibe. Peymana Stenbolê girîng e. Ji ber vê yekê me wek komeleya Rosa ji bo biryara betalkirinê doz vekir, lê roja danişînê ne diyar e.”
Erguneş: “Tundia dijîtal zêde bûye”
*Rûken Erguneş
Civaknas Rûken Erguneşê bal kişand ser şêweyên tundiya li ser jinan û got ku edî tundiya herî mezin tundiya dîjîtal e: “Jinên ku serî li me didin, rastî her cureyên tundiyê tên. Lê belê, di van demên dawiyê de, bi taybetî tundkariya şopandina dîjîtal pir zûde bûye. Yan mekanîzmayên serîlêdanê ji destê wan tên girtin, hesabên wan ên medyaya civakî tên girtin yan jî bi wêneyan tên tehdîtkirin. Mixabin hejmara serlêdanan zêde dibe. Di rojekê de nêzî 7 serlêdanên tundiyê ji me re tên. Li her deverê tundî tê sazkirin.
“Peymana Stenbolê di şevekê de ji aliyê zîhniyeta mêran ve hat rakirin. Ev ne çareseriya tundiyê ye, berovajî wê, tundiyê hîn zêdetir dike. Di raporên me de tundiya li dijî jin û zarokan her ku diçe zêde dibe. Hejmara mirina bi guman a jinan jî roj bi roj zêde dibe. Pirsgirêka polîtîkaya bêcezakirinê tundiyê zêde dike. Jinên li Amedê hatin qetilkirin an serî li KADESê dabûn an jî berê xwe dabûn stargehan.
“Jin ji saziyên dewletê bêhtir, malên xwe yên ku lê tên kuştin jî tercih dikin”
“Di encama astengkirina mafên jinan de jin tên qetilkirin. Li herêmên di bin kontrola dewletê de jin xwe ewle nabînin û vedigerin malên xwe yên ku li wir di bin xetereya kuştinê de ne. Ev encamek pir girîng
“Li Kurdistanê her tim tundiyeke sîstematîk heye. Polîtîkayên koçberiyê, polîtîkayên cihêkariyê û binpêkirina mafan bi awayekî dijwar tên jiyîn.”
“Kayûm erîşî saziyên jinan kir”
“Di dema ku rêveberiyên herêmî hebûn tax bi tax xebatên hişyarkirinê dihatin meşandin. Lê piştî kayûm tayînî şaredariyan kirin, gelek navendên piştevaniya jinan û stargehên girêdayî rêveberiyên herêmî hatin girtin. Li Kurdistanê ev yek bi zanebûn hat kirin. Ji ber vê yekê dibe ku rewş li vê erdnîgariyê hinekî cuda be. Lê belê ji aliyê sosyolojîk ve sedemên pergala mêr zêde naguherin. Jinên li Kurdistanê û jinên Amasyayê hem ji ber heman sedeman tên qetilkirin. Loma jî em doza xwe ya têkoşînê naguherînin. Jin li ku be bila bibe, jin ji ber ku jin in tên qetilkirin.” (SY/FD)