Di operasyona li ser Efrînê de leşkerek mir
Di sêyem roja operasyona li ser Efrînê de binefser Mûsa Ozalkan li bakurê rojhilatê Gundê Gulbaba yê Kilisê di encama pevçûnê de mir.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Di sêyem roja operasyona li ser Efrînê ya li Bakûrê Sûriyeyê de binefser Mûsa Ozalkan di encama pevçûnê de mir.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkan ên fermî (TSK) duh li bakurê rojhilatê Gundê Gulbaba yê Kilisê pevçûn derketiye û Ozalkan di encama vê pevçûnê de miriye.
Ozalkan zewicî bû û bavê keçeke 5 mehî bû.
Cenazeyê Ozalkanî wê li navçeya Ayaş a Enqereyê bê binaxkirin. (EKN/FD)
* Fotograf: Adsiz Gunebakan – Dîlok / AA
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.