Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serfermandariyê aşkere kir ku di operasyona “Çiqlê Zeytûnê” de duh du leşker mirine û 5 leşker jî birîndar bûne.
Li gorî heman daxuyaniyê di pevçûnê de Çawişê Pispor Selîm Vûrdalê 25 salî ji Îskenderûna Hatayê, Çawişê Pispor Komandoyê Peya Bekîr Evrenê 25 salî jî ji Osmaniyeyê ye.
Cenazeyê Vûrdalî îro piştî nîvro wê li Îskenderûnê, Evrenê ku saleke zewicî ye û 2 sal û nîv e weke çawişê pispor leşkeriyê dike wê li Osmaniyeyê bê binaxkirin.
Roşa Şemiyê jî 7 leşker miribûn
Li gorî daxuyaniya Serfermandariyê di dema operasyona li ser Efrînê de roja şemiyê jî (3yê Sibatê) 7 leşker mirine.
Li gorî daxuyaniya Bekîr Bozdag, berdevkê Hikûmetê û Alîkarê Serokwezîrî duh diyar kiribû ku “Ji roja ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê dest pê kiriye heta îro, tevlî yên duh 13 şehîdên me çêbûne. 39 birîndarên me hene. Di nava OSOyê de jî 30 şehît û 158 birîndar hene.” (AS/FD)
* Fotograf: Ûfûk Aktûg – Îskenderûn / DHA