Navenda Têkiliyan û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku piştî êrîşa li dijî tesîsên TUSAŞê yên li Enqereyê, Tirkiyeyê 685 êrîş li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne.
Malbenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) beriya niha ragihandibû ku, balafirên bêmirov ên biçek(SÎHA) yên girêdayî Hêzên Çekdar ên Tirkan, gaz û tesîsên enerjiyê, stasyonê petrolê, navendên tibî, nanpij, sîloyên genim û xalên kontrolê jî di nav de 25 êriş li dijî hedefên sivîl û leşkerî yên li herêmê ne kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ku ji Navenda Têkilîyan û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergirtiye,Tirkiyeyê 99 caran bi balafirên keşfê, 13 bi balafirên şer û 573 caran bi topan, bi giştî 685 caran êrîşî herêmê kiriye.
Navenda Têkiliyan di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku di encama êrişan de “ 14 jê sivîl û 3 hêzên ewlehiyê bi giştî 17 kes hatine kuştin” û “ 39 jê sivîl û 9 hêzên ewlehiyê bi giştî 48 kes birîndar bûne”.
(AEK/AY)