Fotograf: Faîlî Bellî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îro daneşîna 25an a doza JITEMa Kerboranê li dar ketiye lê di encam derneketiye.
Malbatên ku xizmên wan bi darê zorê hatine windakirin bal kişandine ser dema dozê ya fermî lê dadgehê biryar daye ku dadgehkirin di 4ê Tîrmeha 2022yê de dewam bike.
Bi mehan e li benda şahidê firarkirî ne
Li gorî zanyariyên Faili Belliyê weşandiye, di danişîna 11ê Çiriya Pêşiyê ya 2021ê de biryar hatibû dayîn ku li dozgerê wê demê yê Adem Kûlî guhdar bikin. Heta niha li Adem Kûlî guhdar nekirine ku bi tohmeta “endamê rêxistina terorê ye” hatibû dadgehkirin û bi şertê kontrole edlî serbest bûbû. Derbarê Kûlî de biryara zeftkirinê heye.
Di danişîna piştî wê de jî malbatên qurbaniyan, gotibûn ku ji bo dozê zêdetirî 20 car in tên Semsûrê lê hîn ti pêşketin bidest nexistine û ew li bendene ku êdî encamek derkeve. Lê heyeta dadgehê di vê danişînê de jî gotibû ew ê li bendî zeftkirina Adem Kûlî bin.
Heman heyeta dadgehê di danişîna 10ê Kanûna Paşiyê ya 2022yê de biryara xwe dubare kiribû.
Bixwîne - Dadgehê careke din danişîn taloq kiriye
Li Kerboranê, navçeya Mêrdînê, Davût Altûnkaynak (12), Seyhan Dogan (13), Nedîm Akyon (16), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdûrrahman Olcay(20), Abdûrrahman Coşkûn(21) û Suleyman Seyhan (57) dema desteserkirî bûn, hatiûbûn windakirin. Di salên 2012, 2013 û 2015ê de hin dever hatibûn kolan û hestiyên hin kesên hatibûn desteserkirin derketibûn ku şopên îşkenceyên giran li wan diyar dibû.
Bixwîne - Bersûc dîsa beşdarî danişîna doza JITEMê ya Kerboranê nebûne
Doza Kerboranê yek ji wan dozan e ku bi navê dozên JITEMê tên zanîn. Digel hemû daxwazên parêzeran bi navê JITEMê ti tohmet nehatiye kirin. (AS/FD)