Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Heşt kes beriya niha bi 20 salan li Kerboranê, navçeya Mêrdînê hatibûn kuştin. 24emîn danişîna dozê îro li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê pêk hatiye.
Bixwîne- Bersûc dîsa beşdarî danişîna doza JITEMê ya Kerboranê nebûne
Erdal Kûzû, parêzerên malbatan bi bîanetê re axivî û diyar kir ku di danışîna îro de derbarê Adem Kûl, dozgerê Kerboranê yê wê demê de biryara zeft kirinê heye û ji bo ku ev biryar nehatiye cîbicîkirin Kûlî weke şahid nehatiye guhdarkirin.
Dadgehê ji bo pêkanîna biryara derbarê Adem Kûlî de gotiye divê ji bo demekî guncaw were sekinandin.
Dadgehê danişîn taloqî 4ê Nîsana 2022an kiriye.
Bixwîne- Ne bersûc ne jî şahid beşdarî dadgehkirina JITEMê ya Kerboranê nebûne
Davut Altunkaynak (12), Seyhan Dogan (13), Nedim Akyon (16), Mehmet Emin Aslan (19), Abdurrahman Olcay (20), Abdurrahman Coşkun (21) û Suleyman Seyhan (57), li Kerboranê hatibûn desteserkirin. Di salên 2012, 2013 û 2015ê de hin dever hatibûn kolandin, hestiyên van kesên desteserkirî hatibûn dîtin. Li ser van hestiyan şopên îşkenceyên giran hebûn.
Hemû dozên ku bi navê dozên JITEMê tên zanîn lê di van dozan de JITEM bi ti awayî nayê tohmetkirin, bi beraet an jî bi derbasbûna demê re bi encam bûne. Doza Kerboranê tekane doz e ku hê berdewam dike. (AS/AY)