Di 4ê Îlonê de wê li Bakirkoyê mitînga Aştiyê were lidarxistin

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hêzên Ked û Demokrasiyê wê ji bo 1ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di 4ê Îlonê roja Yekşemê li Qada Bakirkoyê miting lidar bixe.
Hêzên Ked û Demokrasiyê îro derbarê lidarxistina mitîngê de li avahiya TMOOBê civîna çapemeniyê lidar xist û nûnerên gelek saziyan beşdarê civînê bûn.
“Em nikarin bejin pîroz be”
Metna daxuyaniyê ji hêla Seroka SESê ya Şaxa Şişliyê Fadime Kavak ve hat xwendin û wiha hat gotin:
“77 sal ewil 1ê Îlonê weke roja aştiyê ya cîhanê hatiye îlankirin lê em li welatê xwe hê jî nikarin vê rojê pîroz bikin.
“Bi daxwaz û rêvebirina hêzên dagirker ên weke Amerikayê ve hê jî li Îraq û Sûriyê şer berdewam dike. Hê jî jin, zarok û ciwan tên kuştin û seqetkirin. DAIŞê hov jiyana jinan dike dojeh. Hukimet AKPê û dewletên Ewropayê ser mijara penaberan ve nirxên mirovahiyê binpê dikin.
“Welatê weke pêtê agir e. Bi sedan welatiyên me encama hewldana derbekirinê de hatin qetilkirin. Em ji ber derbekirina sivîl, OHAL, polîtikayên li dijî laîkbûnê, wêrankirina xwezayê, îstismarkirina zarokan û herî dawî li Dîlokê di dawetê de qetilkirina 54 welatiyên me û bi operasyona li dijî Cerablusê em êdi di nav fikareke mezin de ne.
“Çareseriya Demokratîk”
Divê polîtîkayên tundî û şerê ku ji kuştinê zêdetir encam nade û li hemberî pirsgirêka kurd tê meşandin were terikandin û ji bo çareseriyê pêngavên demokratik werin avêtin.
“Em ji bo daxwaza aştiyê ku rêhevalên me di 10ê Cotmehê de li Enqereyê anî bûn ziman careke din jî bi lêv dikin û em ê di 4ê Îlonê de li Qada Bakirkoyê bicivin.”
(HY/YO)
Hunermendên di grevê de, behsa greva birçîbûnê kirin

Girtiya nexweş li benda bersiva daxwaza xwe ya tehliyekirinê ye

Mitîngên Aştiyê ya 1ê Îlonê li Antalya û Êlihê hatin qedexekirin

Rojnameger Kaya û Kizilkaya hatin girtin
.jpg)
149 nivîskar: Em li dengê Asli Erdogan xwedî derdikevin
