Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
149 nivîskaran bi danezaneke hevpar ve hevgirtiya xwe bo nivîskar û Endama Lijneya Şêwirmendiyê ya Ozgur Gundemê Asli Erdogan re ragihand.
Danezana bi serenavê "Ramana azad nayê bêdengkirin! Asli Erdogan ne bi tenê ye!” li Salona Civînê ya Cezayîrê hat xwendin.
Nivîskarên weke Ayşegul Tozeren, Mehmet Saît Aydin, Mustafa Koz, Sema Kaygusuz, Murathan Mungan, Umît Kivanç, Yasemin Yazici, Zeynep Uzunbay, Yunus Bekir Yurdakul gelek nivîskarên din jî tev li daxuyaniyê bûn. Dîsa dayika Asli Erdogan Mine Erdogan jî amade bû.
8. Dadgeha Sulh Ceza ya Stenbolê di 16ê tebaxê de biryara girtina Rojnameya Ozgur Gundemê da û bi ser avahiya rojnameyê de girtin. Li gel 24 xebatkarên rojnameyê di serdegirtina mala nivîskarê rojnameyê Asli Erdogan de jî girtin û Asli Erdogan binçav kirin (17ê Tebaxê). Îro li Asli Erdogan li emniyetê îfade daye û tê payîn ku çend saetên şûn de wê sewqî dozgeriyê bikin.
“Em li dengê wê xwedî derdikevin”
Di wê metna danezanê ku 149 nivîskaran îmze kirin de wiha hat gotin:
“Tirkiye ji hewldaneke derbekirinê xelas bûye lê niha ber bi rejîmeke zextkir ve dimeşe. Rojnameger, nivîskar û akademîsyen tên girtin û îşkence li wan tên kirin.
“Yê ku herî dawî bûye hedef Asli Erdogan e.
“Ev erîş di jî azadiya ramanê pêk tê.
“Em wekî nivîskar em dê her dem rastiyan bêjin û binivîsin û em dê li pişt azadiya ramanê bin.”
Peyamên hevgirtinê
Gelek nivîskar di wê civînê de axivîn û peyamên xwe yên hevgirtinê anîn ziman.
Mehmet Sait Aydin: Asli Erdogan ji ber ku di rojnameya herî xurt a dengê kurdan Ozgur Gundemê de nivîsand hat binçavkirin. Ozgur Gundem dê dîsa derkeve û Asli dê dîsa binivîse.
Mustafa Koz: Ew dizanin ku dê çend roj şûnde Asli dîsa ni nava me de be. Ev ne halê normal e. Ev faşîzme. Asli Erdogan bi vîdanê xwe nivîsnd û fikirî. Sendîkaya Nivîskarên Tirk li pişt Asliye.
Sema Kaygusuz: Ev eriş di jî azadiya ramanê pêk tê. Em wekî nivîskar em dê her dem rastiyan bêjin û binivîsin û em dê li pişt azadiya ramanê bin.
Tevfik Taş: Li vî welatî Ozgur Gundem heye û kurdên berxwedêr hene û dengê wan jî Ozgur Gundem e.
Mine Erdogan: Ez di berhemên wê de naîfiyê dibînim. Ew her tim ligel mazlûman bû. Ez bi wê serbilind im.
Nivîskar Necmiye Alpay, Seray Şahiner, Selçuk Îrez, Yaşar Miraç û Murat Uyurkulak jî diyar kirin ku ew heta dawî li pişt Asli Erdogan in û ji ber li vî welatî pirsgirêka kurd heye ew dê li ser pirsgirêka kurd û rastiya kurd binivîsin.
Nivîskarên metnê îmze kirine wiha ne:
Ali Arda, Ahmet Coşkun, Ahmet Guneş, Ahmet İnsel, Ali Aydemir, Ali Murat İrat, Ali Ozgur Ozkarci, Altay Oktem, Anil Mert Ozsoy, Anil Nişancali, Asli Tohumcu, Asuman Kafaoglu-Buke, Asuman Susam, Ata Egemen Çakil, Aydin Engin, Ayfer Tunç, Ayşegul Devecioglu, Ayşegul Tozeren, Bariş Ozkul, Belma Firat, Bora Abdo, Buket Uzuner, Burhan Sonmez, C. Hakki Zariç, Can Dundar, Cevat Çapan, Cihat Duman, Çaglayan Çevik, Çigdem Mater, Defne Suman, Deniz Durukan, Deniz Faruk Zeren, Deniz Tunç, Dinçer Guçyeter, Dogan Yarici, Dogu Yucel, Doguş Sarpkaya, Elçin Poyrazlar, Elif Şafak, Emrah Polat, Enver Ercan, Eray Aytimur, Ercan Kesal, Ercan Mehmet Erdem, Erdogan Zamur, Eylem Ata, Eyup Burç, Fergun Ozelli, Feryal Saygiligil, Firat Purselim, Figen Ocal, Figen Şakaci, Filiz Ozdem, Firuze Engin, Gaye Boralioglu, Gerrit Wutsmann, Gonca Ozmen, Gonul Kivilcim, Gunvald A. İms, Gursel Korat, Hakan Biçakçi , Hasan Ozkiliç, Hasan Sever, Haydar Ergulen, Hayri K. Yetik, Hikmet Hukumenoglu, Huseyin Bul, Husnu Arkan, İrmak Zileli, İbrahim Adiguzel, İmre Torok, İnci Aydin Çolak, İsahag Uygar Eskiciyan, İsmail Mert Başat, İsmail Pelit, Jale Sancak, Kemal Gokhan Gurses, Kerem Gorkem, Koray Loker, Lal Laleş, Levent Cantek, Mehmet Bilal Dede, Mehmet Said Aydin, Mehmet Zaman Saçlioglu, Melih Ergen, Meltem Gurle, Menekşe Toprak, Meryem Coşkunca, Metin Avdaç, Michael Gratz, Mine Soysal, Murat Belge, Murat Meriç, Murat Ozyaşar, Murat Sayan, Murat Şevki Çoban, Murat Uyurkulak, Murathan Mungan, Musa Yazici, Mustafa Orman, Muge İplikçi, Muslum Yucel, Namik Kuyumcu, Nermin Yildirim, Neslihan Onderoglu , Neşe Yaşin, Nurdan Gurbilek, Osman Çakmakçi, Oya Baydar, Omer Laçiner, Omer Turkeş, Onder Birol Biyik, Ozgen Seçkin, Ozgur Ovacik, Sabine Adatepe, Schirin Nowrousian, Selçuk Erez, Selim Temo, Sema Kaygusuz, Semih Gumuş, Seray Şahiner, Serkan Turk, Sevim Korkmaz Dinç, Sibel Oral, Sibel Oz, Simla Sunay, Sine Ergun, Suna Aras, Suzan Geridonmez, Şener Ozmen, Şeyhmus Diken, Tamer Oncul, Tanil Bora, Tayfun Pirselimoglu, Tekgul Ari, Turker Ayyildiz, Utku Ozmakas, Umit Kivanç, Umit Yaşar İşikhan, Vecdi Erbay, Vedat Ozdemiroglu, Yalçin Tosun, Yasemin Yazici, Yavuz Ekinci , Yetvart Danzikyan, Yilmaz Varol, Yigit Bener, Yusuf Yeşiloz, Zeynep Uzunbay.
(HY/BK/YO)