Di 10 mehên 2017yê de mêran herî kêm 240 jin kuştine

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojname, malperên nûçeyan û ajansan berhev kiriye, di 10 mehên pêşiyê yên sala 2017yê de herî kêm 240 jin û zarokên keç ji hêla mêran ve hatine kuştin. 77 jin rastî tecawizê hatine, 207 jin rastî destdirêjiyê hatine, istismara zayendî li 286 zarokên keç hatiye kirin, tundkarî li 338 jinan hatiye kirin.
Ji 240 jinan herî kêm 11 jin digel biryara tedbîrê ya parastinê hatine kuştin. (Ji sedî 4,5)
Ji sedî 23yê jinan (56 jin) ji ber ku xwestine veqetin an jî daxwaza zewacê qebûl nekirine, ji hêla mêran ve hatine kuştin. Ji sedî 6ê jinan (9 jin) ji hêla wan mêran ve hatine kuştin ku keçka wan/xwişka wan an jî dêya wan xwestiye ji wan veqetin.
Ji sedî 18 bûyerên kuştinê li kolanê, li qadên civakî yên weke navenda kirîn û firotinê, dibistan, kargeh, li ber avahiya edliyeyê, rawestgeha otobusê çêbûne (44 bûyerên kuştinê).
Herî kêm 286 zarokên keç rastî istismara zayendî hatine
286 bûyerên istismara zayendî yên li hemberî zarokên keç, di medyayê de hatine belavkirin. Ji sedî 4ê zarokên keç ên rastî istismara zayendî hatine astengdar bûne.
Ji sedî 14yê zarokên keç rastî istismara zayendî ya dersdarên xwe hatine. Ji sedî 5,6 ji hêla xizmên xwe, ji sedî 4,5 ji hêla mele yan jî dersdêrên olê yê taybet hatine istismarkirin. Di nava failên istismarê de hevalên xizman, esnaf, nasên ji taxê, cîran, xebatkarên saziyên ku zarok diçinê (dibistan an jî saziyên weke parastina zarokan), mêrên li ser medyaya civakî nas kirine hene.
Ji sedî 14yê bûyerên istismarê piştî ku zarokan ji malbatên xwe re behs kirine (41 zarokên keç), ji sedî 9 piştî ku bi dersdarên xwe re parvekirine yan jî piştî ku dersdarên wan pê hisiyane derketine holê. ji sedî 5 jî piştî ku derketiye holê zarokên keç ducanî bûne hatiye zanîn. (ÇT/FD)
Mêran di meha Îlonê de 23 jin kuştine

Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine

Biryara tehliyeyê ji bo Taner Kiliç, rêveberê Rêxistina Efûyê derketiye

Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine

Cîranên wî êrîşa homofobîk birine ser edîtorê malpera Pembe Hayatê
