Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê rojnameger Bariş Pehlîvan de ji ber axaftineke telefonê ya li gel pisporekî lêpirsînan ê bi navê S.B. ku derbarê dozên CHPyê de hatiye erkdarkirin lêpirsîn dabû destpêkirin. Pehlîvan dema li gel wî kesê pispor axiviye bêyî destûra wî dengê wî tomar kiriye û parvekiriye.
Bariş Pehlîvan di çarçoveya lêpirsînê de li ber deriyê avahiya televîzyona Halk Tvyê hat desteserkirin.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de Rêvebirê Halk TVyê rojnameger Serhan Asker û pêşkeşkara Halk TVyê Seda Selek jî hatin desteserkirin.
Roja Çarşemê jî Dehênerê Weşana Giştî yê Halk TVyê Suat Toktaş û Gerînendeyê Bernameyên Halk TVyê Kûrşat Oguz jî bi heman hincetê hatibûn desteserkirin.
Rojnameger Bariş Pehlîvan, Serhan Asker û Seda Selek hatin desteserkirin
Selek û Asker piştî ku 24 saetan desteserkirî man êvara Çarşemê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Dozgeriyê bi daxwaza girtinê Derhênerê Weşana Giştî yê Halk TVyê Suat Toktaş şand 5emîn Dadgeha Cezê û Aştiyê. Dadgehê bi tohmeta ku “axavtina kesê pispor belav kiriye” biryara girtina Toktaş da. Barış Pehlivan û Kurşat Oguz bi şertê kontrola edlî serbest bûn.