Dawiya dawî roj hat gihaşt 21ê Adarê roja Newrozê ya ku dê li Amedê bê pîrozkirinê. Rojek beriya Newroza li Amedê ji aliyekî ve bi defîleyên cil û bergên kurdî ya KASEDê û bi resepsiyonan DTSO’yê ya rojek beriya Newrozê pîrozbahiyên ‘modern’ jî lê Newroza Amedê hatin zêdekirin.
Ligel şiliya heyî jî gel berê xwe da qada Newrozê
Ev çend sal in jî Newrozên li Amedê di bin zereqên tavên de dihatin pîrozkirin. Lê piştî demeke dirêj Newroza îsal di bin şilîyê de bû. Li gor rewşa hewayê ew çend roj bûn ku diyar bû dê roja 21’ê Adarê şilî be, ligel şert û mercên hewayê jî di serê şevaqa sibehê de amediyan berê xwe dan qada Newrozê. Ji çar pênç milên taxa Baxcilarê ve jin, ciwan, dayik, zarokan berê xwe dan qadê.
Lêgerînên li ber deriyên qada Newrozê
Li ber deriyan gelek kes di dema lêgerîna polîsan de bi awayekî kêfî ya ji bo rengê kesk, sor û zer an jî ji ber sedemên ku her car têxin wek hêncetan, hatin sekinandin. Ligel van lêgerînên ku gelek caran hatin asta tacizê jî (ez bixwe her çiqas wek endameke çapemeniyê bim jî rastî lêgerîneke bi vî rengî hatim û min ew hişyar kirin) gel bi israr bû ku bikeve qadê û li ber dilopên baranê hete ku ketin qadê jî li bendê man. Hewceye bêgotin ku têketina endamên çapemeniyê jî ya qada Newrozê jî wek her salê îsal jî bi zahmet bû. Ev nêzîkatiyên heyî êdî bûnê rûtinên kiryarên polîsan ên li Newrozê.
Di destpêkê de li cihê Kemal Korkut di sala 2017’an de lê hatî qetilkirinê, ji aliyê malbat, hevalên wî û siyasetmedaran ve lê hat bibîranîn. Yek ji wêneyên mezin ê li qada Newrozê jî yê Kemal Korkut bû.
Têlên li derdora dikê germahiya gel dişkîne
Piştî bîranîna Kemal Korkût min jî bi hevalên xwe re berê xwe da aliyê dikê û min xwest ez li wir hinekî qada Newrozê bibînim, wêne û vîdeoyan bikşînim. Lê mixabin hewceye êdî ji kesên eleqedar re bêgotin ku hest û germahiya gel a li qadê li ser dikê nayê hîskirin. Bi têlên hette mirov bêje bilind, derdora dikê hatiye girtin û heke ne ji mecbûrî mirov naxwaze zêde li ser dikê û derdora wê bisekine. Nefesa mirov diçike.
Sed hezaran bi cil û bergên kurdî tev li Newrozê bûn
Jixwe du saet şûn de êdî ez ji aliyê dikê reviyam û min berê xwe da nav gel. Ya rastî min serê şeveqê jixwe re digot ji ber barana heyî dê zêde tu kes nikarî be cil û bergên xwe yên kurdî li xwe bike. Lê dema min lingê xwe avête qadê min dît ku ligel baran, şilî û heriya heyî jî bi sed hezaran jin û ciwanan kincên xwe li xwe kiribûn. Êdî ji her herêmên Kurdistanê cil û bergên kurdî li qada Newrozê xuya dikin.
Axaftinên dirêj ên li Newrozê
Bêguman weke her salê îsal jî axaftinên dirêj ên siyasetmedaran xwe dûbare kir. Ez ê di vê nivîsê de qala naveroka axaftina wan nekim jixwe. Dema ku li ser dikê axiver kî dibe bila bibe dirêj dike, gel xwe bi xwe dest bi stranên xwe dike û her kes govenda xwe digerîne. Belkî jî êdî axaftinên siyasetmedaran li ser dikê Newrozê, êdî ji 5-10 deqeyan derbas nebin. Ez dibêm ev ne fikrekî xirab e an gelo?
Dengê dirûşmeyên bilind bûyî
Hunermendên cur bi cur ên wek Faraj Ali Pour, Xezel Mistefa, Mikaîl Aslan ji parçeyên Kurdistanê di Newroza 2024’an de hebûn lê hunermenda Tûnûsî Emel Mathouthi jî bi strana ‘Ay Dîlber’ê ya Ciwan Haco kete dilê her kurdekî/e li qada Newrozê.
Ji qadê ligel dirûşmên wek ‘JIN JIYAN AZADÎ’yê dirûşma herî zêde bilind bûyî jî ‘Bijî Serok Apo’ bû. Bi axaftina Leyla Zanayê re dengê vê dirûşmê heta dawiya axaftina Leylayê domiya.
Bi kurt û kurmancî ligel rojeva hilbijartinê li qada Newroza 2024’an dengê azadî, wekhevî û yekitiyê bilind bû.
(WT/AY)