Rojnameger Elîf Akgul, Yildiz Tar û parêzer Nurcan Kaya di çarçoveya operasyona li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de duh hatibûn desteserkirin. Dema desteserkirina wan hat dirêjkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de di 18ê Sibata 2025an de 52 kes hatibûn desteserkirin.

Li 10 bajaran li dijî HDKê operasyon: Rojnameger jî di nav de gelek siyasetmedar hatin desteserkirin
Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo kesên hatin desteserkirin 24 saet qedexeya hevdîtinê hatibû dayîn. Piştî ku qedexeya hevdîtinê hat rakirin, Yekîneya Hiqûqê ya MLSAyê çû Rêvebiriya Emniyetê a Stenbolê û hewl da bi Akgul, Tar û Kayayê re hevdîtinê bike. Lê belê hat ragihandin ku dema desteserkirina wan dîsa hatiye dirêjkirin.
Heta niha ji kesên desteserkirî yên ku navên wan diyar bûne ev in:
Ahmet Eniş, Ahmet Saymadi, Alya Akkuş, Atilla Özdoğan, Av. Nurcan Kaya, Aynur Cengiz, Ayşe Bengi, Dilek Pos, Elif Akgül, Ender İmrek, Ercüment Akdeniz, Erkin Barın Göylüler, Esengül Demir, Filiz Çay, Filor Uluk Benli, Hacı Aslan, Halit Elçi, Kardelen Taş, Mehmet Saltoğlu, Mehmet Turp, Melek Kızılocak, Melih Kayhan Pala, Mustafa Mayda, Naci Sönmez, Osman Zorba, Pınar Aydınlar, Sema Barbaros, Semiha Şahin, Taner Güven, Yıldız Tar, Yıldız İmrek, İzzettin Yaman, Şenol Karakaş, Şeref Can Dilaver.

DFG û DÎSK Basin-Îşê bertek nîşanî desteserkirina rojnamegeran dan
(EMK/AY)