Îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna ku li Stenbolê hatiye destpêkirin de bi ser gelek malan de hate girtin. Piştî lêgerînên li malan, rojnameger Elîf Akgul, Yildiz Tar û Ercument Akdenîz jî di nav de 52 kes hatin desteserkirin.

Li 10 bajaran li dijî HDKê operasyon: Rojnameger jî di nav de gelek siyasetmedar hatin desteserkirin
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û DÎSK Basin Îşê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyanî dan û bertek nîşanî desteserkirina rojnamegeran dan.
“Em desteserkirina rojnamegeran qebûl nakin”
DFGê di daxuyaniya xwe de got: “Di çarçoveya lêpirsîna ku Stenbolê hatiye destpêkirin de siyasetmedar, hunermend û 3 rojnameger jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin. Di nava kesên hatine desteserkirin de rojnameger Elîf Akgul, Yildiz Tar û Ercument Akdenîz jî hene. Em, desteserkirina hempîşeyên xwe qebûl nakin. Em ê li dijî operasyonên desteserkirinê yên li dijî rojnamegeran ku êdî jirêzê bûne, qebûl nakin. Em bang li hemû rêxistinên pîşeyî dikin ku li dijî van operasyonan bi ruhê piştevaniyê têbikoşin.”
“Divê hevalên me demildest bên berdan”
DÎSK Basin-Îşê jî diyar kir ku endama wan a lijneya rêveberiyê ya berê Elîf Akgul û endamên wan Ercument Akdenîz û Yildiz Tar hatine binçavkirin û got: “Em van operasyonên li dijî rojnamegeran qebûl nakin. Divê hevalên me demildest bên berdan.”