Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistina Çavdêriyê ya li Mafên Mirovan a Sûriyeyê aşkere kir ku di encama bombebarana TSKyê ya 9 rojan a li ser Efrînê de 12 jê zarok, 7 jê jin bi giştî 42 Kurd, Ereb û Ermen mirine.
Rêxistinê duh li ser malpera xwe ya înternetê diyar kir ku di operasyona li ser Efrînê de hin kes ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û YPG û Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) û Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) jî mirine. Hatiye gotin ku pevçûn him rû bi rû û him jî bi avêtina roketan berdewam dikin.
SOHRê destnîşan kir ku TSKyê gundên Kaljîba û Maryamîn, bajaroka Maabatli û hin gundên li bakûr û rojava bombebaran dike û di encama van bombebaranan de hejmara miriyan zêdetir bûye. Dîsa hatiye gotin ku ji ber kesên bi giranî birîndar bûne hene dibe hejmara miriyan zêdetir bibe.
Rêxistina ku navenda wê li Londonê ye di daxuyaniya xwe de wiha berdewam kiriye; “Heta roja şemiyê ji YPGyê û TSKyê herî hindik 78 kes mirine û cenazeyê 4 leşkerên ku mirine di destê YPGyê de ne.”
Erdogan: “7 jê leşker 20 şehît”
Recep Tayyîp Erdogan Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê duh li bajarê Amasyayê di kongreya partiya xwe de axivî bû û gotina xwe ya “Ji ASA û Mehmetçîkan bi giştî 20 şehîdên me hene” zelal kiribû û gotibû 7 jê endamên TSKyê ne:
“Niha 484 terorîst hatine bêbandorkirin. Bi giştî 20 şehîdên me hene. Heft jê Mihemedên me ne, yên din ji ASAyê ne.”
TSKyê di du rojan de 4 caran daxuyanî belav kirin
Li gorî daxuyaniya TSKyê ya roja şemiyê, du leşker mirine. 11 leşker jî birîndar bûne. TSKyê hefteya borî jî diyar kiribû ku 3 leşker mirine û ji ber rewşa hewayê wan xwe negîhandiye cenazeyê du leşkeran.
Li gorî van daxuyaniyan bi giştî 5 leşker mirine.
Li gorî daxuyaniya ku duh TSKyê di saetên sibehê de li ser malpera xwe ya fermî belav kiribû wiha hatiye gotin, “Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê de li gorî zanyariyên ji herêmê hatine bidestxistin, 37 endamên terorê yên PKK/KCK/PYD-YPG û DAIŞê hatine bêbandorkirin. Ji roja pêşiyê ya operasyonê heta niha 484 terorîst hatine bêbandorkirin.”
Di vê daxuyaniyê de hejmara leşkerên ku mirine nehatiye dayin.
TSKyê duh bi şev sêyem car daxuyanî belav kir û destnîşan kir ku du leşker birîndar bûne ku birîna wan ne xedar e. Di heman daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku 557 YPGyê hatine kuştin.
TSKyê herî dawî vê sibehê daxuyaniyek belav kir û wiha got; “Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê de li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, di tevahiya şevê de 40 endamên rêxistina terorê yên PKK/KCK/PYD/YPG û DAIŞê hatine bêbandorkirin. Ji roja pêşiyê ya operasyonê heta niha 597 terorîst hatine bêbandorkirin.” (AS/FD)