Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Çar akademisyenên ku ji ber belavoka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” îmze kiribûn û bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê” kirine doz li wan hatibû vekirin li 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatin dadgehkirin.
Ji Zanîngeha Galatasarayê Başak Demîr, ji Zanîneha Kadîr Hasê Alîkara Doçent Doktor Çagla Dîner, ji Zanîngeha Nîşantaşiyê Prof. Dr. Melîh Kirlidog cara sêyem, Doçent Doktor Gulçîn Coşkûn jî cara duyem derketin pêşberî dadgehê.
Prof. Dr. Onûr Hamzaoglûyî jî beşdarê dadgehkirina akademisyenan bû û piştgirî da wan ku 1ê Îlona 2016ê bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji Zanîngeha Kocaeliyê hatibû avêtin.
Melîh Kirlidog ji ber ku li Almanyayê bûye beşdarî dadgehkirinê nebû. Merîç Eyûboglû parêzera Kirlidogî daxwaza taloqkirinê kir. Heyeta dadgehê biryar girt ku dadgehkirin 26ê Sibata 2019ê berdewam bike. Dadgehê herweha biryar da ku dosyaya Kirlidogî û ya akademisyenên din bikin yek.
Dîsa li gorî biryara dadgehê, heke dokuman beriya Kirlioglûyî vegere Tirkiyeyê bigihêje Almanyayê, dibe li Almanyayê îfadeya wî bistînin.
Dadgehkirin wê 18ê Çiriya Pêşiyê berdewam bike
Ji Zanîngeha Galatasarayê Başak Demîrê îfadeya xwe pêşkêşî dadgehê kir û parêzerê wê İlkan Koyûncûyî daxwaza beraeta wê kir.
Dadgehê biryar girt ku dosyaya Demîr û ya akademisyên ku li 35em Dadgeha Cezayê Giran tên dadgehkirin bikin yek. Dadgehê her weha daxwaza taloqkirina darazê qebûl kir. Dadgehkirin wê 18ê Çiriya Pêşiyê berdewam bike.
Alîkara Doçent Doktor Çagla Dîner beşdarî dadgehkirinê nebû. Parêzera wê Ozlem Ayata li ser navê wê axivî.
Dadgehê biryar girt ku dosyaya wê û dosyayên din bikin yek. Dadgehkirin wê 18ê Çiriya Pêşiyê berdewam bike.
Herî dawî ji Zanîngeha Kemerbûrgazê Doçent Doktor Gulçîn Coşkûn hat dadgehkirin. Coşkûn piştî ji ber sedemên taybet ji Zanîngeha Kemerbûrgazê ji kar hatiye dûrxistin, li Almanyayê li Zanîngeha Berlin Humboldtê kar dike.
Coşkûnê paraznameya xwe pêşkêş kir û daxwaza beraeta xwe kir.
Merîç Eyûboglû parêzera Coşkûnî daxwaz kir ku dosyaya wê û ya akademisyenên li 13em Dadgeha Cezayê Giran tên dadgehkirin bikin yek. Lê heke ku ev neyê qebûlkirin dosya bi dosyayên 35em Dadgeha Cezayê Giran bikin yek.
Dadgehê biryar girt ku dosyaya Coşkûnê bi dosyayên 35em Dadgeha Cezayê Giran re bikin yek. Daxwaza taloqkirina darazê qebûl kir. Dadgehkirin wê 18ê Çiriya Pêşiyê berdewam bike.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn. (HA/FD)